Jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang kirin
- 09:02 20 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Jinên tevli meşa ‘Ji bo aştiyê gavê bavêje’ û bernameya Cejna Zimanê Kurdî bûn diyar kirin ku divê bi îradeya Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê bi gavên şênber bên pêşxistin û banga statuyê kirin.
Di ser banga ‘Aştî û civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir de salek derbas bû lê tevî vê gavên qanûnî nehatine avêtin. Li Stenbolê bi meşa ‘Ji bo aştiyê gavê bavêje’ bernameya Cejna Zimanê Kurdî pêk hat. Jinên tevli meşê bûn diyar kirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikandin û gavên şênber bên avêtin, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê nasîn.
‘Jiyanek azad’
Çîgdem Ermîş da zanîn ku bendewariya wan ji pêvajoyê avakirina şert û mercên jiyaneke azad û demokratîk e û wiha got: “Dibêjin pêvajo heye lê dema em dikevin qadan lêgerînan dikin. Em cil û bergên xwe bi rehetî li xwe nakin. Divê girtî bên berdan. Divê Kurd azad bijîn.”
‘Polîtîkayên çewisandinê pêk tînin’
Elîf Çagan Durmaz balkişand ser dorpêça polîsan û wiha anî ziman: “Di demên wisa de ji gel pirtir polîs hene. Tirkiye polîtîkayên çewisandinê didomîne. Divê gavên şênber bên avêtin.”
‘Divê mafê hêviyê pêk bê’
Dîlan Demîr jî daxuyakirin ku divê jin li hemû qadan hebin û wiha pê de çû: “Îro her der bi barîkatan girtine. Bernameya cejna ziman e. Behsa pêvajoya aştiyê dikin. Divê ev pêkanîn tunebin. Divê ji bo Abdullah Ocalan mafê hêviyê bê nasîn.”
Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê
Avesta Yalgi jî destnîşan kir ku jin aştî û edaletê ji bo Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyan dixwazin û got divê demidlest mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bikeve jiyanê.
Hejar Yalgi jî balkişand ser polîtîkayên şer yên li ser gel û got nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember Kurdan li gorî pêvajoyê teşe dibe. Hejar Yalgi daxuyakirin ku gotin heye lê çalakî tuneye.
Dayika Aştiyê Ayten Toprak bang li desthilatdariyê kir ku divê gav bê avêtin û got gel ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadan e.
Aynur Erol anî ziman ku daxwaza wan ya esas azadiya girtiyên siyasî, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û azadiya ji bo Kurdî ye.







