Jin bi yogayê li hev kom bûn

  • 09:53 20 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê çalakiyeke watedar lidar xist ku armanca wê piştgiriya başbûna civakî û derûnî ya jinan e. Di çarçoveya “Spora Serê Sibê” de, danişîna yogayê li Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê hate lidarxistin û bi beşdariya berfireh a jinan re encam da.
 
Ev çalakî, bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Karên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê hate organîzekirin. Jinên ji navçeyê hatin cem hev, di atmosfereke aram de hem spor kirin û hem jî ji stres û barên jiyana rojane dûr ketin.
 
Di danişînê de, di bin rêberiya pisporan de rahênanên taybet ên yogayê hatin kirin. Armanc, aramkirina bedenê, başkirina bêhnstendinê û hevsengkirina enerjiyê bû. Bi taybetî, bi xebatên li ser çakran (navendên enerjiyê) hişmendiya fîzîkî û derûnî ya jinan hate xurtkirin.
 
'Em ê hevgirtina di nav jinan de xurtir bikin'
 
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan di daxuyaniyeke xwe de wiha got: “Em bi spora serê sibê û projeyên bi vî rengî dixwazin piştgiriya jinan di warê fîzîkî û hestyarî de bidin û hevgirtina di navbera jinan de xurt bikin. Em ê van çalakiyan bidomînin.”
 
Jinên ku beşdarî danişînê bûn, spasiya xwe ji Şaredariya Peyasê re anîn ziman û gotin ku ev derfet ji bo wan gelek girîng e. Wan daxwaz kir ku spora serê sibehê bi awayekî birêkûpêk û bênavber were berdewamkirin.
 
Ev xebatên ku hem tenduristiya bedenî û hem jî ya derûnî ya jinan têne kirin, di warê xurtkirina jiyana civakî de roleke giring dilîzin.