Lucy Rodríguez Gangura: Aştî tunebe mafê karkeran jî nayê parastin
- 09:04 20 Gulan 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Nûnera Tevgera Karkerên Gravên Kanaryayê Lucy Rodrîguez Gangura der barê pêvajoyê de axivî û got: “Tabana civakî ya berfireh tunebe muzakere jî ne saxlem in. Dema muxatabê pêvajoyê di bin tecrîdê de be aştî jî ne pêkan e. Sendîka diyar dike ku mafên gelan, aştî û demorkasiyê neyê parastin wê mafê karkeran jî neyê parastin.
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ispanya, Bask, Katalan, Galîçya û Endulusê û ji herêmên cuda bi sendîkayên mezin re bi giştî 15 sendîkayan bang li Konseya Ewropyaê kirin û daxwaz kirin ku mafê hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nasîn û astengiyên li pêş tevlibûna pêvajoya aştiyê bên rakirin.
Li ser navê sendîkayaTevgera karkerên Gravên Kanaryayê (Movimiento de Trabajadoras y Trabajadores de Canarias) ku îmze avêtin bangê, berpirsa Têkiliyên Derve a Navneteweyî Lucy Rodríguez Gangura ji ajansa me re axivî.
‘Em tenê bi jiyana kar re eleqedernabin’
Lucy Rodríguez Gangura balkişand ser banga sendîkayan û helwesta ku girtine û wiha got: “Em wek sendîkayên xwedî helwest her tim li alî aştî û demokrasiyê ne. Em her tim dibêjin ku divê aştî û demokrasî bê tespîtkirin. Ev têkoşîn dikare di asta prensîbên giştî de bê meşandin û raste rast tevi têkoşîna şênber a gelan be. Pêvajoyên rast li ser kaxizan namîne û divê teqez veguherin demokrasiyê, ji bo vê jî hewldanek çalak hebe. Îro rêxistinên sendîkal li du beşan vediqetin; Li aliyekî yên têkoşîna aştiyê di gotinê de dihêlin û yên ku wek me ‘sendîkavaniya sosyopolîtîk’ dikin. Em tenê bi jiyana kar eleqeder nabin. Em wek doza gelê Kurd in. Em ji bo gelê Kurd têkoşînê wek peywir ji xwe re dibînin.”
‘Divê rola Abdullah Ocalan neyê sînorkirin’
Lucy Rodríguez Gangura daxuyakirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê hewce bi îradeyeke siyasî heye û divê rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê sînorkirin û wiha domand: “Rola Birêz Ocalan, başkirina şert û mercên wî di diyaloga aştiyê de gelek girîng e. Ev rewş ji aliyê Konseya Ewropayê ve bê ziman jî Tirkiyeyê gavek bi bandor navêtiye. Ji bo aştî û diyalogê îradeyek siyasî ya berfirhe şert e. Ev mijar bi rêbazên polîsiye û leşkerî çareser nabe. Ev mijare pir alî û dîrokî ye. Çareserî bi tevlibûna dewlet, civak, aktorên siyasî pêkane.Aliyên vê yên dîrokî û netewî hene. Gelê Kurd bi salane mafêxwe dixwaze. Çareserî avakirina jiyaneke bi hev re û naskirina mafan pêkane.”
‘Divê tezên Birêz Ocalan bên guhdarkirin’
Lucy Rodríguez Gangura wiha pê de çû: “Diyaloga rast ne tenê bi hikûmetê re, bi partî, sendîka, saziyên civaka sivîl pêkan e. Tabaneke berfireh a civakê tunebin, muzakere jî qels dimînin. Hewcedariya bi piştgiriyeke berfireh heye. Divê tezên Birêz Ocalan bên guhdarkirin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayê mijara kurd e. Gava herî lezgîn azadiya Abdullah Ocalane. Berovajî vê jî wê pêvajo qels bimîne.”
Lucy Rodríguez Gangura di dawiya axaftina xwe de gotina piştevanî û hevkariya bi karkerên Tirk û Kurd re anî ziman û da zanîn ku wê li gel gelê Kurd cihê xwe bigirin.







