ROJEVA 22'YÊ GULANA 2026'AN

  • 09:00 22 Gulan 2026
  • Rojev
 
*Berîtan Ateş der barê xebat û armanca Komeleya Em ji bo Pêşerojê Li Vir in ya ku wê di 23’ê Gulê de bê vekirin axivî û got: “ Em bi fikra ‘ji bilî gilîkirînê’  çawa dikarin çaresr bikin, derketin vê riyê.  Rêxistibûn tunebe jiyan nayê meşandin. Ji ber vê jî em hemû gelê xwe ciwanan di 23’ê Gulanê de vedixwînin.” DÎMEN HEYE
 
*"Abdullah Ocalan ku seranserê dîrokê pênasekirina jiyana azad kir, diyar dike ku jiyaneke ne azad nikare bê qebûlkirin. Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokrtîk de, di têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd ku wek ‘şînkirina textê hişk’ îfade dike, estetîkê di vê veguhertinê de dike qonaxa sereke."NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Li Dîasporayê ji bo ‘mafê hêviyê’ û statuya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çalakiya nû destpê dike. Hevberdevka KCDK-E’yê  Zubeyde Zumrut da zanîn ku ji 27’ê Gulanê şûnde li seranserê Ewropayê wê li parlamento, sazî û navenda Strasbourgê çalakiyên girseyî pêk bên û zexta siyasî bê mezikirin. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê û yek ji xizma girtiyan Sultan Yagmakan diyar kir ku heta dewlet gavê navêje pêvajo nameşe û got: “Heta dewlet gavê navêje wê aştî çawa bimeşe?” DÎMEN HEYE
 
*Di lêpirsîna Gulistan Doku de îfadeyên dayika Zaînal Abakarov Cemîle Yucer, bi qeydên HTS’ê re dikeve nakokiyan û peyamên ku Gulistanê hatine şandin jî paqij kiriye.
 
*Siyasetmedar Dîba Keskîn ku yek ji kesên banga ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ kiriye, da zanîn ku hewcedariya Tirkiyeyê bi modela demokrasiyê ya pir deng pir nasnameyê heye. Dîba Keskîn anî ziman ku wê komara demokratîk bi rihê yekitiyê ava bikin. DÎMEN HEYE