‘Hewce bi demokrasiyê heye’
- 09:07 22 Gulan 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL- Siyasetmedar Dîba Keskîn ku yek ji kesên banga ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ kiriye, da zanîn ku hewcedariya Tirkiyeyê bi modela demokrasiyê ya pir deng pir nasnameyê heye. Dîba Keskîn anî ziman ku wê komara demokratîk bi rihê yekitiyê ava bikin.
Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyen wê di 13 û 14'ê Hezîranê de li Stenbolê bi konferansa bi navê "Di Sedsala Duyemîn de Konseferansa Veguherîna Demokratîk a Demokratîk” lidar bixe. Kesên ku di bin bangawaziyê de îmzayên wan hene li hoteleke navçeya Beyoglûyê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke banga tevlibûna konferansê kirin. Konferans wê 13-14’ê Hezîranê de li Bakirkoy a Stenbolê li Navenda Çanda Cem Karaca wê pêk bê.
Siyasetmedar Dîba Keskîn der barê konferansê de axivî.
Dîba Keskîn êrîşên Israîlê yên li hember Hamas û Xezayê bibîr xist û got li Rojhilata Navîn gelek pergal guherîne û şerê DYA, Israîl û Îranê bi hev girêdayîne û got: “Dewleteke bi zext û komkujiyê tevbigere naguhere. Divê civak di nava xwe de guherînê bike.
Civak di nava xwe de guherînê bike wê jiyana xwe jî bi teşe bike. Bi zext û tundiyê guherîn bibe, jiyanê jî li gorî polîtîkayên xwe ava dike. Em li Tirkiyeyê aramiya gelan dixwazin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi pergala demokraisyê heye. Li Tirkiyeyê her gel bi deng, ziman û rengê xwe dixwazin bijîn.”
Xeta demokrasiya civakî
Dîba Keskîn balkişnad ser Konferansa Veguherîna Demokratîk û got aştî û demokrastî bi xeta têkoşîna ku her kes dimeşîne dikare pêkan be û wiha vegot: “Bila kes xwe tenê hîs neke. Her kes divê ligel hev be. Divê her kes bi bawerî û îradeya xwe di têkoşîna demokrasiyê de bibe xwedî berpirsyarî. Aştiya civakî bi xeta têkoşîna hevpar pêkan e. Armanca konferansa me jî avakirina pergaleke komara demokratîk e. Ev banga me jî ji bo gelên Tirkiyeyê ne. Ji her alî kes di bangewaziya koferansê de cih digire. Divê em tifaqê ava bikin. Li ser civakê zextên mezin hene. Zext û tundî roj bi roj tê rewakirin.”
Banga yekitiyê
Dîba Keskîn ji bo tevlibûna konferansê jî wiha bang kir: “Divê em dengê xwe li her kolanê li her taxê li her derê bigihînin gelan. Em çiqas bibin yek em bi rihê yekitiyê tevbigerin em têkoşîna xwe jî evqas mezin bikin û baweriya bi aştî, demokrasî û azadiyê jî xurt bikin.”







