Li Geverê mirineke biguman
- 10:34 23 Gulan 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê Ayfer Kizildogan li mala xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Li avahiyên TOKÎ yên Bajerge yên li navçeya Gever a Colemêrgê, Ayfer Kizildogan a 56 salî li mala xwe mirî hat dîtin. Kurê wê ku demeke dirêj agahî jê negirt, çû malê. Piştî derî venebû, bang li tîmên agirkujiyê hat kirin, derî hat vekirin. Ayfer Kizildoganê bê livûtevger dîtin. Tîmên tenduristiyê yên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, diyarkirin ku Ayfer Kizildoganê jiyana xwe ji dest daye.
Têkildarî mirina bi guman a Ayfer Kizildoganê lêpirsîn hat destpêkirin û cenaze şandin otopsiyê.







