Neavêtina gavên qanûnî di civakê de dibe sedema bêbaweriyê
- 09:04 3 Hezîran 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED - Hevseroka Tum Bel-Senê Çagla Sanay da zanîn ku ji ber li gorî rihê pêvajoyê gav nayên avêtin ev di civakê de dibe sedema bêbaweriyê û wiha got: “Divê demildest gavên qanûnî û hiqûqî bên avêtin. Heta gav neyên avêtin wê civak îkna nebe û bawerî winda bibe.”
Di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 27’ê Sibata 2025’an de salek zêde derbas bû û piştî bangê PKK’ê 12’yemîn kongreya xwe di 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk anî û biryara feshkirinê da. Tevî vê dewletê hîna gavek şênber navêtiye. Hevseroka Sendîka Kedkarên Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (Tum Bel-Sen) Çagla Sanay der barê mijarê de axivî.
‘Ji bo hawirek bi ewle ava bibe hewce bi aştiyê heye’
Çagla Sanay da zanîn ku bendewariya wan a herî mezin a ji pêvajoyê avêtina gavên qanûnî ye û wiha pê de çû: “Bi avêtina gavên qanûnî re wê pêvajo ji alî gel ve bê qebûlkirin. Di vê astê de hîna hikûmetê tu gav navêtiye. Di maseyên aştiyê de dengê jinan tê bêdengkirin. Ev jî nîşan dide ku em bi hikûmeteke ku dixwaze jinan bêdeg bike re rû bi rû ne. Her roj jinek tê qetilkirin. Ciwan dikevin nav lepê tiryakê. Ji bo van divê hawirên bi ewle hebin. Hewcedariya me bi aştiyê heye.”
‘Di pêvajoya aştiyê de qeyûm bêbaweriyê giran dikin’
Çagla Sanay destnîşan kir ku aştî dikare pêşî li globalbûnê bigire û di alî kedkaran de jî avakirina aştiyê girîng e. Çagla Sanay wiha anî ziman: “Polîtîkayên qeyûm li dijî kedkar, jin û aştiyê texrîbateke mezin diafirînin. Texrîbateke mezin a qeyûmên di 2016’an de tayînê şaredariyên me bûn heye. Texrîbata herî mezin jî jinan jiya. Rastî mobîng, tacîzê hatin. Em kesên têkoşîna kedê didin her tim bi wan re di piştevaniyê de bûn. Mirovên ji aliyê hikûmetê ve gavek erênî nedîtin tecrubeyên berê jiyane dubare dijîn. Texrîbata li ser kedkaran her diçe mezin dibe.”
‘Heta gav neyên avêtin wê bawerî jî tune be’
Çagla Sanay di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em ê bi hemû hevalên xwe yên jin, ciwan û civakê re têkşîna xwe bidomînin û ligel hev bin. Nêzîkatiya me ya li hember pêvajoya aştiyê zelale. Divê demidlest gavên hiqûqî û qanûnî bên avêtin. Divê hikûmet pêvajoyê zelal bimeşîne. Baweriya me bi pêvajoyê tam e lê divê di civakê de bawerî bê afirandin. Divê gavên qanûnî bên avêtin.”







