Fatma Aslan a înfaza wê şewitandin: Hîna têdikoşim
- 09:03 3 Hezîran 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Fatma Aslan a di temenê zarokatiyê de hat girtin û niha 24 salî ye, di sala dawî de înfaza wê sê caran hat şewitandin. Fatma Aslan da zanîn ku ew ji bo zarokatiya xwe hîna têdikoşe û got şewitandina înfazan li dijî nîqaşên aştî û civaka demokratîk e.
Fatma Aslan di 26’ê Gulana 2016’an de 14 salî li Nisêbînê di qedexeyên derketina derve de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Li girtîgehên Mêrdîn, Tarsus û ya Zarokan a Hatayê ma. Herî dawî sirgunî Sîncanê hat kirin. Di 28’ê Tîrmeha 2025’an de divê bi şert bihata berdan lê sê caran înfaza wê hat taloqkirin. Herî dawî di 24’ê Nîsanê de înfaza wê hat şewitandin.
Fatma Aslan a li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
Fatma Aslan daxuyaikirin ku 14 salî hatiye girtin û ev 11 sal e girtî ye û wiha got: “11 sal e girtî me. Niha 24 salî me. Hîna ji bo zarokatiya xwe têdikşim. Ji ber zarokatî azadî ye, lîstikên azadiyê ne. Zindanê şopên giran li ser min hiştin. Lê tiştên Rêber Apo fêrî min kirin bû dermanê herî mezin.”
‘Bûm hêza têkoşînê’
Fatma Aslan destnîşan kir ku girtina zarokekê bi tena serê xwe rastiyeke neynî ye û wiha pê de çû: “Min hewl da vê pêvajoyê veguherim rewşa erênî. Destkeftiya min a herî mezin hişmendiya azadiyê bû. Wek jinekê bûm hêza têkoşînê ya li dijî van zextan. Bawer im rewşa herî neyînî bêrîkirin bû.”
‘Em xwediyê têkoşîna jiyana azad in’
Fatma Aslan balkişand ser şewitandina înfaza xwe û di vê mijarê de jî wiha got: “Sê caran înfaza min hat taloqkirin. Em girtiyên siyasî ne. Ya girîng em xwediyê têkoşîna jiyana azad in. Em bi vê hişmendiyê têkoşînê dimeşînin. Em têkoşîna jiyanê didin. Em di têkşîna bedewbûnê de ne. Hincetê didin pêş me sûîkasta îtîbarê ya li dijî terza jiyana me dikare bê nirxandin.”
‘Nikarin têkoşîna tevgera azadiyê têk bibin’
Fatma Aslan li ser rapora ÎGK’ê ya der barê wê de hatiye amadekirin de jî ev tişt anî ziman: “Di raporê de ev hincet hatin nîşandan,‘di lêgerînan de karê peywirdaran hêsan nake, li gorî tedbîrên tasarufa av û ceyranê tevnagere, li paqjiya cil û bergan, şexsê xwe baldar nabe, li gorî tedbîrên tenduristiyê tevnagere, di mijara parastina kesên din de hestiyar nîne’. Hîna gelek tiştên din ez dikarim rêz bikim. Bi van gotinan dixwazin li dijî jiyan, têkoşîn û çanda me provoqasyona tahrîk û têkçûna psîkolojiyê bînin. Ev ne tenê li hember min li hember hemû hevalan tên bikaranîn. Lê bi polîtîkayên tên meşandin nikarin têkoşîna tevgera azadiyê biçewisînin.”
‘Hewldana têkbirina psîkolojiya girtiyên siyasiye’
Fatma Aslan di berdewamiyê de wiha vegot: “Ji 2021’ê heta li girtîgehan bi ÎGK’yan polîtîkayên cidî tên meşandin. Ev hewldanên têkbirina psîkolojiya girtiyên siyasî ye. Bi taybet li Sîncanê ev xwe bi awayekî tund dide xuyakirin. Armanca van lijneyan di alî psîkolojîk de têk birin e. Li Sîncanê tahiyeya gelek girtiyan hat talqokirin. Ji bilî min du hevalên din hîna nehatine berdan. Malbat tên bikaranîn û girtiyên siyasî hedef tên nîşandan. Malbatên me li dijî van polîtîkayan bi awayekî xurt dibin bersiv. Em di hişmendiya van polîtîkayan de ne. Dema hevalên me tên berdan em bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ wan oxur dikin. Bi me re hest yek in. Em hev hîs dikin. Ev hesta me xurt e.
Fatma Aslan di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pêvajoy ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û got: “Em xwedî li pêvajoyê derkevin. Ev pêvajo ji bo gelan bi nirx e. Destkeftiyên mezin dihewîne. Ji ber vê divê her kes tevli bibe. Biryarên ÎGK’ê, şewitandina înfaza li dijî pêvajoyê ye. Ev bandorek neyînî li pêvajoyê dike. Em di pêşengiya serokatiya xwe de xwedî baweriyeke mezin a bi pêvajoyê ne û bi vê baweriyê di xebatên we de serkeftinê dixwazin, silav û rêzên xwe dişînin.”







