Dîroka di keviran de veşartî: Keleha Xoşapê

  • 09:02 6 Hezîran 2026
  • Galeriya Jinê
WAN - Keleha Dîrokî a Xoşapê ku li navçeya Payizavayê ye kesên wê dibînin li heberî xeşikbûna wê mest dibin.
 
Keleha Hoşapê ku li navçeya Payîzava ya Wanê ye, bi xeşikbûna xwe kesên ku wê dibînin mest dike. Her çend sala wê ya rast ne diyar be jî Keleha Hoşapê,ku tê gotin ji hêla Urartuyan ve hatiye çêkirin, li ser şemitokek bilind radiweste û wekî keleheke dîrokî hebûna xwe diparêze.
 
Keleha ku di sala 1643'an de ji nû ve hatiye avakirin, tevî ku zirara girîng dîtiye jî heta îro hebûna xwe parastiye. Keleh niha ji bo ku bê restorekirin ji geştiyaran re girtî ye. Li kelehê mirov dikare ji camî, medrese û sarinca avê ku hîna hebûna xwe diparêzin şopên berê bîbîne.
 
Oznûr Deger