ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2026'AN

  • 09:00 11 Hezîran 2026
  • Rojev
* Nûnera KCDP’ê ya Stenbolê Şîrîn Yalincakoglu  diyar kir ku polîtîkayên 10 Salên Malbat û Nifûsê’ jinan tenê ji ser welidînê pênase dike û got," Jinan wek alav dibînin û dikin asta koletiyê. Ev nêzîkatî sûcê li hember jinan tê kirinê ye.” DÎMEN HEYE
 
* Hanse Bulut da zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê aştî ne pêkan e û wiha got: “Aştî di destê serokê me de ye. Ger serokatiya me azad bibe em ê hemû rehet bikin. Wê Tirk jî rehet bikin.” DÎMEN HEYE
 
* Li taxa Îlvîlî ya Wanê di projeya GES’ê ya li qadek 500 hezar metrekareyî ye, 69 hezar û 888 panelên rojê hene. Li gorî agahiyên Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, ji bo paqijiya panelê di her şûştinê de 140 ton av tê bikaranîn, madeyên kîmyewî yên tên bikaranîn tevli axê dibin, çavkaniyên avê tên bikaranîn, qadên çandiniyê teng dibin. Li gorî komeleyê ev proje bandorek neyînî li ser hevsengiya ekolojiyê dike. BI DÎMEN 
 
* Jinan, dema ku nerînên xwe yên li ser demokratîkbûnê anîn ziman, diyar kirin ku Tirkiye hawîrdorek demokratîk pêşkêş nake û ji ber vê yekê civak ber bi bêhêvîtiyê ve diçe. Jinan gotin ku ew komarek demokratîk dixwazin û gotin: "Divê demokratîkbûn ji bo me armancek be." BI DÎMEN