Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

  • 20:31 25 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Dayika Aştiyê Behiye Sevîm a ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Behiye Sevîm dê li taxa Darliya Jor a navçeya Bismila Amedê bê veşartin.
 
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm (71) ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Behiye dê li taxa Darliya Jor a Bismilê ya Amedê bê veşartin.
 
Behiye Sevîm kî ye?
 
Dayika Behiye Sevîm di 10’ê Gulana 1955’an de li gundê Cilîn ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Piraniya jiyana wê li gund derbas bûye. Dayika Behiye Sevîm li gund bi kurê meta xwe Xalid re dizewice û 15 zarokên wan çêdibin Ji van zaroka 3 jê ji ber nexweşiyeke kronîk jiyana xwe ji dest didin.
 
Kurê Behiye Sevîm ê mezin Yakûp Sevîm (Mazlûm) di sala 1993’yan de tevli PKK’ê dibe û di 25’ê Kanûna 1999’an de li Herêma Besta ya Şirnexê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Malbatê hêj jî cenazeyê kurê xwe negirtiye. Piştî ku Yakûp tev li PKKê dibe leşker her roj bi ser mala wan de digirin gefan li wan dixwin. Ew jî neçar dimînin ji gund bar dikin û mala xwe dibin gundê Darliya Jor a navçeya Bismilê. Lê leşker dema pê dihesin ku malbat hatiye vî gundî dîsa bi ser mala wan de digirin û zext û zora xwe didomînin.
 
Piştî zextên dewletê keça wê Kismet a 18 salî jî tev li PKK’ê dibe. Kismet Sevîm di pêvajoya ku çeteyên DAIŞê de êrişî Rojava kirin de berê xwe dide Rojava û di sala 2014’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wê li wir tê veşartin. Hema bêje yek ferdên malbatê nemaye ku nehatiye binçavkirin.
 
Kurê Behiye Sevîm Ozgur Sevîm jî di 31’ê Gulana 2016’an de li Nisêbînê di dema şerê Xweseriya Cewherî de hatibû girtin cezayê muebeda giran û 25 sal cezayê giran lê hatiye birîn. Ozgur Sevîm ê ku 10 sal in girtî ye niha li Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê tê ragirtin.
 
Leşker û polîsên ku bi dehan caran bi ser mala dayika Behiye Sevîm de digirin her carê wêneyên zarokên wê yên di nav Tevgera Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane desteser kirine.