‘Bi gavên şênber demokratîkbûn pêkan e’
- 09:03 1 Tîrmeh 2026
- Rojane
STENBOL - Jinan diyar kir ku demokratîkbûna komarê bi avakirina aştî û çareseriya pisgirêka Kurd pêkan e û gotin divê dewlet dest ji zimanê cudakariyê berde, gavên şênber bavêje.
Di Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk ku di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê pêk hat, mijarên çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûn, azadiya jinê û aştiya civakî hatin axaftin. Di vê çarçoveyê de Zeynep Elmas ya di 1993’yan de ji Sêrtê koçber bû, Dayika Aştiyê Sabîha Bozan û xizma girtî Turkan Ildiz balkişandin ser rola pêşeng a jinê ya di pêvajoya demokratîkbûnê de, aştiyeke mayînde û polîtîkayên tecrîdê.
‘Di şevekê de jiyana me guherî’
Zeynep Elmaz da zanîn ku 1993’yan de ji Sêrtê koçber bûne û got: “Me li metropolan jî zext dîtin. Em sibehekê rabûn gotin gund vala bikin. Ez wê demê zarok bûm. Me fêm nedikir. Lê îro ez wê êşê hîn baştir fêm dikim. Me di şevekê de her tiştê xwe li pey xwe hişt.”
‘Em li malê Kurdî biaxivin li derve neaxivin’
Zeynep Elmas balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û got: “Em zarokbûn ditirsiyan. Me şerm dikin em bi zimanê xwe biaxivin. Dema em bi Kurdî biaxiviyana navbera malbatan de pirsgirêk çêdibûn. Malbatan jî digotin li malê Kurdî li derve Tirkî biaxivin. Em ditirsiyan. Ne zarokên me em jî asîmîle bûn.”
‘Divê dewlet gavê bavêje’
Zeynep Elmas daxuyakirin ku divê dewlet di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber bavêje û wiha pê deçû: “Divê ez zimanê newekheviyê bidawî be. Mirov bi sûcdariya ‘terorê’ tên rû hev. Divê dewlet dest ji zimanê newekheviyê berde. Di medyaya dijîtal de li kolanan zimanê nefretê tê bikaranîn. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê gavên hiqûqî bên avêtin. Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Divê jin zêdetir di qada cemawerî de cih digrin û dengê xwe bidin bihistin. Li dijî qetilkirinên jinan hewce bi sererastkirinên qanûnî yên xurt heye. Her wiha têkoşîna rêxistinkirî û piştevaniya jinan jî di guherînê de rolek girîng dilîze.”
Surgun jî rêbazek îşkenceyê ye
Turkan Ildiz got zarokekî wê li Bodrumê yê din li bajarekî di girtiye û got ji ber temenê wê yê mezin rêwitî ji bo wê vediguhere eziyet e. Turkan Ildiz wiha anî ziman: “Girtî di şertê ne mirovane de, di hucreyên yek kesî de tên girtin. Ger wijdan û edalet hebûna wê her du bira li heman bajarî girtîbûna. Me yê jî bi hêsanî zarokên xwe bidîta. Surgun jî rêbazeke îşkenceyê ye.”
‘Zarokên me aştî xwestin’
Turkan Ildiz bi lêv kir ku dewlet di mijara çareseriyê de gavek şênber navêje û wiha bi lêv kir: “Divê girtîgeh bên valakirin. Divê ev newekhevî bidawî be. Ev jî girêdayê gavên ku dewlet bavêje ye. Dewlet zarokên me sûcdar dibîne, dîl digire. Zarokên me bêyî sûc tên girtin. Tevgera Kurd û zarokên me aştî, edale û demorkasî xwestin. Divê êdî dewlet di vê mijarê de dest ji newekheviyê û sûcdarkirinê berde. Der barê pêvajoyê de hêviya me heye. Em amade ne berpirsyariyê bigirin. Ji bo aştiyeke mayîn de divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê, girtîgeh bên valakirin, maf bikevin ewlehiya destûra bingehîn, girtî û gerîla tevli pêvajoyê bên kirin.”
‘Divê statuya Abdullah Ocalan bê zelalkirin’
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan jî destnîşan kir ku ji bo Tirkiyeyek demokratîk û jiyaneke wekhev, divê girtî bên tahliyekirin û wiha anî ziman: “Divê muxatabê muzakereyê statuya Abdullah Ocalan bê zelalkirin. Divê di vê esasê de desthilatdarî gava şênber bavêje. Me nêrînên xwe di konferansê de anî ziman. Cihê kêm hatin vegotin. Di konferansê de ji sekreteryayê cihgirtina Gultan Kişanak, Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş girîng bû. Van kesan ji bo gelê Kurd bi salan têkoşîn meşandine. Divê em li her derê têbikoşin. Axaftinên di konferansê de hatine kirin divê ji gel re jî bên vegotin. Divê em vê ji xwe re bikin peywir. Daxwaza hevdîtina bi dayikên leşkeran re ne erênî bû. Di demên pêş de em ê hevdîtinan ji bo vê bikin. Jin pêşengên vê pêvajoyê ne. Guherîn di destê me de ye.”







