Baroya Wanê xwe ji dosyaya Rojîn Kabaîş vekişand

  • 15:14 28 Hezîran 2026
  • Hiqûq
WAN - Malbata Rojîn Kabaîşê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan wekaleta doza Rojîn Kabaîşê ya bi Baroya Wanê re çêkirine betal kiriye. Baroya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî parve kir, diyar kir ku wan ji ber hin pirsgirêkên koordînasyon û têkiliyê biryar daye ku ji dosyaya Rojîn Kabaîşê vekişin.
 
Rojîn Kabaîş a 21 salî ku xwendekara Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Vanê bû, piştî ku di 27'ê Îlona 2024'an de winda bû, di 15'ê Cotmehê de cenazeyê wê hatibû dîtin. Baroya Wanê ya ku parêzeriya vê dozê dikir, bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku wan ji ber pirsgirêkên ragihandin û koordînasyonê biryara vekişîna ji dozê girtiye.
 
Baroyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta îro ji bo lêkolîna çalak a dosyayê, derketina rastiya madî û bi polîtîkayên bêcezatiyê re hevrûbûnek çêbe wan pêvajoya hiqûqî daye meşandin û wiha got: “Em gihîştine wê qenaetê ku di warê şopandina dosyayê de, meşandina ragihandin û koordînasyoneke saxlem bi bav Nîzamettîn Kabaîş re zehmet bûye. Em vê pêvajoya dijwar a ku bav tê de ye û bandorên wê bi fêmkirin û sebir pêşwazî dikin.”
 
Baroya Wanê bal kişand ser girîngiya mafê darizandina adîlane, rêgezên etîk ên pîşeya parêzertiya di pêvajoya darizandinê de hatiye raberkirin. Baro bi bîr xist ku biryara vekişîna ji dozê li gorî van rêgezan pîşeyê hatiye girtin. Baroyê ji meqamên darizandinê xwest lêpirsîneke bibandor were meşandin û edalet were pêkbînin.
 
Malbat: Pêvajo dê bi Baroya Amedê re bidome
 
Malbata Rojîn Kabaiş piştî têkildarî mijarê li ser medya dîjîtal daxuyaniyek nivîskî da. Malbat di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew wek malbat, ji serî de heta niha ji bo pêkanîna edaletê ya derbarê kuştina Rojîn Kabaîş de têkoşiyane û wiha got: “Dosyaya lêpirsînê bi awayekî çalak berdewam dike. Di qonaxa heyî de, ji ber pirsgirêkên ragihandin û koordînasyonê û her wiha ji ber cudahiya nêrînan me wekaleta ji bo dozê dabû Baroya Wanê vekişand. Şopandina dosyayê niha di çarçoveya pêvajoya hiqûqî de bi Baroya Amedê re tê meşandin.”
 
Malbat di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew dest ji lêgerîna edaletê bernadin û wiha derbirî: “Em ji raya giştî re bi rêzdarî radigihînin ku em ê têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam bikin da ku mirina Rojînê bi her alî ve were ronîkirin û berpirsiyar li pêşberî darazê hesabê bidin.”