Bi dehezaran li Mîtînga Azadiyê ne: Divê statuya Abdullah Ocalan bê zelalkirin

  • 16:51 28 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar di mîgînga ku bi tevlibûna dehezaran kesî li Qada Bagcilarê pêk tê axivî wiha got: “Abdullah Ocalan riya aştî û jiyaneke wekhev a gelan vekiriye.”
 
 Mîtînga Azadiyê ya ku daxwaza azadiya fizîkî ya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd dike, li navçeya Bagcilar a Stenbolê dest pê kir. Bi dehezaran kesî qad tije kiri û dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’ bê navber hatin berzkirin.
 
Ciwanan posterên mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û li ber stranan govend gerandin.
 
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin.
 
‘Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe’
 
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar li ser navê Komîteya Tertîk axivî û got: “WEk du h îro jî sibê jî em ê di aştî, wekhevî û azadiyê de israr bikin. Li Tirkiyeyê Kurd, Elewî, û nasnameyên cuda hatin înkarkirin û tunekirin. Rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin. Şer hatin ferzkirin. Lê em dinêrin îro riyek hatiye vekirin. Ev rê rêya aştî, demokrasî û azadiyê ye. Birêz Ocalan ev rê pêşkêş kir. Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe û aştî pêk bê.”