Çigdem Kiliçgun Uçar: Ev wêne sembola azadiya Birêz Ocalan e

  • 18:09 28 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Mîtînga Azadiyê de ku bi hezaran kes beşdar bûn axivî û got, "Em ji bo hewldanên we spasdar in, ku ew tiştê ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dixwaze bibîne ye. Ev wêne wêneyekî aştiyê ye, ev wêne wêneyekî azadiya Birêz Ocalan e. Peyamek ji vê çêtir tune ye."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada Îstasyonê ya Amedê "Mîtînga Azadiyê" li dar xist da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî were azadkirin. Bi hezaran kes ji Amed û bajarên derdorê beşdarî mîtînga bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk” ve hat lidarxistin bûn.  Wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada mîtîngê, hate daliqandin. Bi hezaran kes beşdar bûn, di nav de siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî hebû.
 
Ciwan û jinên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn û dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîriyan, berî ku bikevin qadê, demek dirêj li ber derî sekinîn, di nav çepik, tilîliyan û dirûşmeyan de. Ciwanan pankarta "Em bi ruhê hevalê bindest ji bo azadiya Rêber li vir in", hilgirtin û ketin qadê û pir caran dirûşma "Jiyan bê Rêber ne mimkun e" û "Bijî Rêber Apo" diqîriyan, stranên Kurdî digotin.
 
Mîtîng bi deqeyek bêdengiyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
 
Di mîtîngê de, Hevseroka Şaxa DBP’ê ya Parêzgeha Amed Rûçem Vefa Elyakut, li ser navê komîteya amadekar axivî û got, "Îro em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li vir in. Em vê piştgiriya gelê xwe silav dikin. Em ji vir silavên xwe yên germ ji Îmraliyê re dişînin. Em jiyaneke azad bi rêberekî azad dixwazin."
 
Piştre, peyama sersaxiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo lîstikvanê koça dawî kir, Kadîr Înanir hate xwendin.
 
 
Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku di tekoşîna gelê Kurd ê ku bi hezar sal in ked, têkoşîn û berdêlên giran ava bûye û wiha axivî “Gelê Kurd bi dehan salan e ku vî welatî neçarî demokrasiyê dike. Ji bo ku bibe avakarê aştiyê li vî welatî qadan amade dike. Bi salan e li vî welatî ji bo azadiya gelan, kedkaran û jinan hewl dide. Em dixwazin ku ev têkoşîna ku bi salan e berdewam dike, bi gelên Tirkiyeyê re bigihîje hev. Em dixwazin ku gotina Dayikên Aştiyê yên ku rûyê zarokên xwe nabînin li erdê nemîne. Mîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm. Em wê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin Bayram Balci yê ku têkoşîna birûmet a gelê Kurd bi salan tevî û zextan kevneşopiya çapemeniya azad meşand, di sirgûnê de jiyana xwe ji dest da û ji welatê xwe dûr ket. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Em ê bi hev re aştiyê ava bikin.”
 
‘Di banga 27’ê Sibatê de çi heye?’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kiribû û got: “Di banga 27’ê Sibatê de tenê Kurd nîn in, gelên Tirkiyeyê hene. Di banga 27’ê Sibatê de jiyana hevpar a vî welatî heye, paşeroja hevpar a vî welatî û hebûna her kesî ya bi nasnameya xwe heye. Di banga 27ê Sibatê de, li şûna înkara ku dihat xwestin bi Kurd-dijminatiyê were avakirin lê bi ser neket, banga avakirina yekîtiya demokratîk a bi hev re heye. Di banga 27ê Sibatê de, banga veguherîna dewletê ya bi esasgirtina demokrasiyê heye. Ev bang, banga Tirkiyeya mezin e. Ev bang di heman demê de banga têkoşînê ye. Ev bang; banga avakirina paşeroja hevpar a bi hev re ye, avakirina pergaleke ku zarok tê de neyên kuştin, lê bi azadiya xwe bijîne. Ev banga avakirina têkoşîna hevpar a li dijî hemû neheqiyan e. Ev bang ji bo azadiya ewladên gelê Kurd ên ku ji ber di hiqûqa vî welatî de tune ye zêdetirî 30 salan e di girtîgehê de tên girtin, ji bo hemû siyasetmedarên me yên dîlgirtî, ji bo ku paşeroj bi ciwan û jinan re bihêztir bibe, bangek e. Çima ev bang deng nade? Çima ev bang bi gelan re nagihîje hev? Desthilatdarî çima destûrê nade vê yekê? Hewcedarî bi hevparbûnê heye, ne ku rûmet û serbilindiya Kurd û Tirkan a ku bi hezarên salan bi hev re jiyane, bînin pêşberî hev. Ev vîna avakirina paşeroja hevpar e.”
 
‘Divê navê hiqûqê azadî be’
 
Çigdem Kiliçgun Uçar, derbarê rêziknameyên qanûnî yên ku tên hêvîkirin werin kirin de axivî û axaftina xwe wiha domand: “Çarçoveyeke qanûnî heye. Nîqaş berdewam dikin, lê gava em televîzyonan vedikin, Serokkomar û Serokê Meclîsê dibêjin, ‘Bila çarçoveya qanûnî di demek zû de were meclîsê.’ Em ji Amedê dipirsin kî/kê wê bîne meclîsê? Mixatabê aştiyê, yê ku li ser wê masê rûniştiye kî ye? Divê navê Birêz Ocalan ê li ser maseya muzakereyê were diyarkirin. Divê dewlet biryarê bide ka hiqûqa Birêz Ocalan ê ku di çavê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de sêwiranerê sereke û pêşengê sereke ye, çi ye. Divê navê vê hiqûqê azadî be. Astengiya li pêşiya vê çi ye? Di çavê dewlet û desthilatdariyê de, danîna çekan çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ne wisa ye. Birêz Ocalan dibêje, ‘Piştî ku çek hatin danîn, divê êdî zemineke hiqûqî derkeve holê ku tu kes careke din serî li çekan nede.’ Kurd ji ber ku di qanûnên vî welatî de cih nagirin tên girtin, di siyaseta demokratîk de tên cezakirin, 30 salan di girtîgehê de dimînin, qeyûm dişînin şaredariyan  û mafê wan ê herî jiyanî, mafê ziman tê cezakirin. Em ne avakarên cezakirinê ne, em serdemekê ava dikin ku di sedsala nû ya Tirkiyeyê de gelê Tirk û Kurd bibin misogeriya hevdu. Ev fersendeke dîrokî ye ku hatiye ber lingê dewletê. Bêyî ku dereng bixin divê rêziknameya qanûnî bê derxistin.”
 
Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê.