Doza gumanbarê destdirêjiyê Berkhan Alptekîn hat taloqkirin
- 18:22 9 Tîrmeh 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Cigirê şaredariyê Berkhan Alptekîn ku dema li şaredariya Karşiyakayê dixebitî destdirêjî li Y.G û H.D kir, ji peywirê hat girtin û doza jê dihat darizandin taloqî 20’ê cotmehê hat kirin.
Cigirê şaredariyê Berkhan Alptekîn ku destdirêjî li Y.G û H.D yên li şaredariya Karşika ya Îzmîrê dixebitîn kir, runiştina wî li 7’emîn dadgeha eza giran a Karşikayayê hat dîtin. Rêxistinên jinan doz şopandin.
Gumanbar Berkkhan Alptekîn tevli runiştinê nebû û parêzer amade bûn. K.K ku li şaredariyê dixebitî wek şahid hat guhdarkirin. Parêzerên gumanbar îfadeyên şahid red kir.
DAdgehê ji bo guhdarkirin şahid O.B û O.G runiştin taloqî 20’ê cotmehê kir.
Piştî runiştinê jinan li bger edliyeyê daxuyaniyek dan û dovîzên ‘Hûn ne tenê ne tu car tenê nameşin’ hildan û dirûşme berz kirin. Li ser navê jinan Tulîn Osmanogullari axivî û da zanîn ku heta ku edalet pêk neyê wê têkoşînê bidomînin.







