Li Agiriyê Baxçeyê Bajêr

  • 14:23 2 Tîrmeh 2026
  • Ekolojî
AGIRÎ - Li Baxçeyê Bajêr ê ku bi hevkariya Şaredariya Agirî û TJA'yê hatiye avakirin, şitlên fasûlî, kelem û xiyaran hatin çandin.
 
Li Taxa Firatê, bi hevkariya Şaredariya Agirî û Tevgera Jinên Azad (TJA), Baxçeyek Bajêr hate vekirin. Şitlên fasûlî, kelem û xiyaran li baxçe hatin çandin.
 
Gelek jin beşdarî vekirina baxçe bûn ku ji bo vejandina jiyana ekolojîk û komunal hatiye avakirin.
 
Di axaftinan de girîngiya  baxçeyê bajêr di xuyangkirina kedê û parastina qadeke jiyanê ya ekolojîk li dijî qadên beton hate destnîşankirin.
 
Piştî çandina şitlan, çalakiya ku gavek ber bi hilberîna komunal ve nîşan dide, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
.