Çalakiya nobedê ya li dijî JES’ê diroja 65’emîn de ye
- 19:02 6 Tîrmeh 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Çalakiya nobetê ya li dijî JES’ê a ku ji aliyê ". IGNIS H2 Enerjî A.Ş. " ve li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê tê xwestin bê çêkirin, di roja xwe ya 65’an de berdewam dike.
Nobeta li dijî Santrala Hêza Jeotermal (JES) a ku ji aliyê "IGNIS H2 Enerjî A.Ş " ve li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê tê xwestin bê çêkirin, didome.
Çalakiya nobetê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê hatiye destpêkirin, kete roja xwe ya 65’an. Li ser konê ku li qada nobetê hatiye danîn, pankartek hate daliqandin ku li ser wiha dinivîse: "Dayika me hemûyan heye. Ew jî Dayika Erd e. Em ê rê nedin ku dest bidin axa me. Jinên Gimgimê vê talanê red dikin."
Serdanên piştevaniyê berdewam dikin.
Di roja 65’an a nobetê de, gelek welatî ligel rêxistinên girseyî yên demokratîk serdana qadê kirin da ku piştevaniya xwe nîşan bidin.







