Bedriye Karaçay a 4 roj in winda bû, mirî hat dîtin
- 15:54 26 Tîrmeh 2026
- Rojane
STENBOL - Bedriye Karaçay, ku çar roj bûn winda bû, mirî hat dîtin.
Bedriye Karaçay ji 21'ê Tîrmehê ve li Kagithaneya Stenbolê winda bû. Xizmên wê windabûna wê ji polîsan re ragihandin. Di dema lêpirsînê de, cenazeyê Bedriye Karaçay hat dîtin. Ji bo diyarkirina sedema rastîn a mirinê, cenaze birin morga Saziya Tiba Edlî. Di lêkolînên destpêkê de derket holê ku Bedriye Karaçay hatiye kuştin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, hevjînê Bedriye Karaçay, Volkan K., û birayê wî, Gokhan G., hatin binçavkirin.







