ROJEVA 12'YÊ TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 12 Tîrmeh 2026
  • Rojev
* Hazal Aras da zanîn ku di rêveberiyên herêmî de perspektîfa demokrasiya tevliker esas digirin û modela şaredariya komun a civakî dikin jiyanê. Hazal Aras got pirsgirêkan raste rast bi gel re nîqaş dikin û modeleke jiyana nû ava dikin. BI DÎMEN 
 
* Berdevka Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger der barê berxwedana li Rojhilat û Îranê didome axivî û got: “Dema êrişên li hem ber Îranê zêde dibin hikûmeta Îranê jî êrişê jinan dike.” Endama KNK’ê Esrîn Sîne jî got yekane çareserî demokratîkbûna Îranê ye. BI DÎMEN
 
*Endama MYK'ê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol da zanîn ku ji bo çareseriya demokratîk mayînde be divê pêvajoyê bêçekbûn û jiyana demokratîk bikeve bin ewlehiyê û ji ber vê jî divê qanûna bingehîn demildest bê derxistin. BI DÎMEN
 
*Welatiyên di hevdîtina gel a li Mûşê pêk hat de xivî û diyar kirin ku aştî ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas dibe û gotin: “Me her tişt kir dora dewletê ye. Divê dewlet gavê bavêje. Divê em hêza xwe bikin yek. Serokê me azad be wê aştî jî pêk bê.” BI DÎMEN