Jinên Botanê: Aştî bi derxistina qanûnan pêkan e
- 09:04 18 Tîrmeh 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk", bendewariyên derbarê avakirina zemîneke hiqûqî didomin. Jinên Botanê diyar kirin ku divê demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûnde, daxwazên ji bo avakirina zemîna hiqûqî didomin. Desthilatdariyê heta niha tu gaveke şênber navêtiye û ji ber sererastkirineke qanûnî nehatiye kirin, bi gel re bêbaweriyeke cidî afirî. Ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje ewlehiya hiqûqî "qanûna mayînde" krîtîk tê dîtin.
Dayika Aştiyê Mevlude Gunden da zanîn ku ew aştiyê dixwazin û wiha got: “Ji bo pêvajo biserkeve çi ji destê me tê em dikin. Divê êdî dewlet gavê bavêje. Em aştî, aramî û yekitiyê dixwazin. Divê hemû dayik destên xwe bidin hev. Bila bi hev re aştiyê bînin. Bila xwîn nerêje. Kezeba me şewitî, bila ya dayikên din neşewite. Bila hemû dayik aştiyê bixwazin.”
Divê zemîna hiqûqî bê amadekirin
Mevlude Gunden destnîşan kir ku divê çarçoveya pêvajoyê de zemîna hiqûqî bê amadekirin û wiha dirêjî dayê: “Divê girtî azad bin. Birêz Abdullah Ocalan 27 sale ji bo aştiyê hewl dide. Divê sererastkirin bên kirin. Em ji bo aştiyê çi ji destê me tê bikin. Bala me jî li qanûnan e. Heta qanûn dernekevin baweriya me jî tuneye.”
Rêvebera DEM Partî ya Cizîrê Bediye Înedî jî daxuyakirin ku pêvajo bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye û wiha berdewam kir: “PKK’ê çek şewitandin. Bila êdî dewlet gavê bavêje. Bila girtî bên berdan. Bila her kes li ser axa xwe azad be. Me li ser axa xwe çav berneda malê kesî. Bila em di aramiyê de bijîn. Em dibistanên xwe dixwazin. Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn.” Balkişand ser qanûna mayînde ya tê payîn û wiha dirêjî dayê: “Dewletê êdî gav navêtiye. Divê girtî bên berdan. Divê gerîla vegerin. Em ji bo her kesî aramiyê dixwazin.”
‘Hîna jî qanûn nehatine derxistin’
Dayika Aştiyê Hatîce Beytur jî destnîşan kir ku ji bo roja pêvajo dest pê kiriye PKK’ê gelek gav avêtiye û ev nirxandin kir: “Dewletê hîna gav navêtiye. Qanûn derneketine. Zarokên me hîna girtîne. Ji bo azadiya wan divê qanûn bên derxistin. Dewlet çima gavê navêje. Gelo hewl didin me bixapînin. Êdî kes nikare gelê Kurd bixapîne. Em ji bo aştiyê amade ne. Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ji kesî natirsin. Ji bo gerîla vegerin hîna jî qanûn nehatine derxistin.”







