Heyeta Dem Partiyê: Em ê di demek nêz de biçin giravê
- 16:13 13 Tebax 2026
- Ramyarî
ENQERE - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê beriya hevdîtina bi serokkomar Erdogan re pirsa çapemeniye bersivandin û diyar kirin ku piştî hevdîtinê divê ew di demekê zû de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê bikin.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, beriya hevdîtina bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Li ser pirsa rojnamegeran Pervîn Buldan bi lêv kir ku ew dê hevdîtineke girîng bi serokkomar re pêk bînin û wiha got: “Em ê li ser çend mijaran biaxivin. Wan mijaran piştî hevdîtinê em ê daxuyaniyeke nivîskî bidin û di wir de aşkera bikin. Di hevdîtinê de hemû bendewarî û tiştên bên kirin biaxivin. Bi qanûnê em derbasî merhaleyeke nû dibin. Divê pêvajo bi lêzgîn bê meşandin.”
Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku aştî rêyeke dirêj e û wiha got: “Ji bo li ser rê bimeşin jî hewcehî bi qanûnan heye. Bi qanûna çarçoveyî gava yekem a qanûnî hatin avêtin. Em ê pêşniyarên xwe bînin ziman. Her wiha em ê nêrînên xwe yên li ser piştî vî qanûnî gavên divê bên avêtin jî bînin ziman.”
Mîthat Sancar da zanîn ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî agahiya wan niha tiştek tune ye û ev tişt vegot: “Hê em neçûnê giravê. Em li bendê ne di demekê zû de biçin giravê. Ji bo rêveçûna pêvajoyê hewcehî bi desteyan heye. Piştî rapora MGKê qanûn bikevê meriyetê. Em ê ji birêz serokkomar re jî pêşniyara xwe ya divê ew qanûn di demekê zû de bikeve meriyetê, bikin.”
‘Piştî vê hevdîtinê divê di demekê zû de em ê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin’
Pervîn Buldan diyar kir ku piştî hevdîtina bi serokkomar re ew li bendê ne di demekê zû de biçin Girava Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Piştî vê hevdîtinê divê di demekê zû de bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Piştre li ser desteya li meclisê bê avakirin bi birêz Numan Kurtulmuş re hevdîtin bikin. Lê ji bo hevdîtinan hê plansaziyek tune ye. Lê beriya qanûn bikeve meriyetê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa û divê bikeve meriyetê. Bendewariya civakê jî ew ê em ê van bînin ziman. Divê ji aliyê hiqûqî ve gav bên avetin.”
Her wiha Pervîn Buldan li ser pirsa berdana Selahattîn Demîrtaş jî destnîşan kir ku ew dê her tiştî biaxivin.







