Li Amedê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da

  • 18:50 19 Tebax 2026
  • Rojane
 
AMED - Li navçeya Peyas a Amedê du erebe li hev ketin û di encama qezaya trafîkê de jina bi navê Rojda D. jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
 
Li ser Kolana Mastfiroş a taxa Mezopotamya ya girêdayî navçeya Peyasê ya Amedê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de du du erebeyên du wesayîtên bi heman alî ve diçûn li hev ketin. Di encama lihevdanê de erebeyek ji rê derket û li dîreka ceyranê ya li ser peyarê xist. Di qezayê de Rojda D bi giranî, 2 kes birîndar bûn.
 
Bi agahîdayîna tîmên tenduristiyê birîndar rakirin li nexweşxaneyê. Rojda D. tevî hemû mudaxileyan li cihê qezayê jiyana xwe ji dest da. Kesê/a ku birîndar bûye jî ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê kirin.
 
Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.