‘Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin’

  • 21:27 21 Tebax 2026
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR- Înîsîyatîfa Meşa Şevê ya Jinan a Îzmîrê ji bo piştgiriya aktîvîsta alman û endama FKOyê Paula Maier a ku piştî çûyîna Dêrikê ya ji bo Rojava di bin çavan de rastî tundiya zayendî hat, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tundiya li navendên dersînorkirinê û binçavkirinê û hate gotin ku divê mekanîzmayên hesabpirsînê bên avakirin.
 
Paula Maier a ku endama Federasyona Rêxistinên Têkoşîna Çînî (FKO) ye, di Çileya 2026an de ji bo balê bikişîne ser êrişên li ser Rojava û ji bo piştgiriyê çûbû Dêrikê, di 28ê Çileyê de hate binçavkirin û birin Stenbolê. Ji bo Paula Maier a ku anîbû ziman ku di dema girtîbûna xwe ya li Stenbolê de rastî tundiya zayendî ya tevî destdirêjiyê hatiye, Meşa Şevê ya Jinan a Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan (TSKM) daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bedena me ya ye, bila sînorên we yên we bin” hate vekirin û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Denîz Gulbûdak ve li ser navê girseyê hate xwendin.
 
‘Bila tundiya zayendî ya di bin çavan de bi dawî bibe’
 
Denîz Gulbûdak diyar kir ku gotinên aktivîsteke jin a ku di bin çavan de û di pêvajoya dersînorkirinê de rastî tundiya zayendî hatiye, bi tena serê xwe binpêkirineke pir giran a mafên mirovan e û got: “Tiştên ku hatine serê Marier, ew bi van gotinan dibêje: ‘Dewlet; ji bo ku pêşî li rojnamevan, aktivîst û enternasyonalîstan bigirin, hewcedariyê bi belav kirina tirsê dibînin’. Şahidiya Paula Maier, pirsên pir zêdetir tîne bîra me ku divê werin bersivandin: Ma gengaz e ku êrîşeke zayendî ya ji aliyê karmendên dewletê ve li dijî jinekê pêk hatiye, tenê bi tevgera kesane ya sûcdar ve bê şîrovekirin? Ji bo ku êrîşeke wiha pêk were divê kîjan şert û merc amade bin? Ger li cihekî binçavkirinê an jî li navendekî dersînorkirinê mekanîzmayên çavdêriyê yên ku dê pêşî li tundiya li ser bedena jinan bigirin tune bin, di van cihan de berê çi hatine jiyîn? Bi rastî jî şahidiya Paula Maier me mecbûr dike ku em vegerin paş û lê binêrin.”
 
‘Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin’
 
Denîz Gulbûdak destnîşan kir ku şahidiya Paula Maier divê ne tenê bi lêpirsîna êrîşa ku lê hatiye kirin re sînorkirî bimîne û got: “Ev şahidî divê bibe wesîle ku ewlehiya jinan li hemû mekanên di bin çavdêriya dewletê de careke din were pirsîn. Navendên binçavkirinê û dersînorkirinê divê bên çavdêrîkirin û hesab bidin. Gihîştina bênavber a jinan a bi parêzer, xizmeta tenduristiyê û wergêr re divê were misogerkirin. Serlêdanên tundiya zayendî divê bi rengekî serbixwe bên lêkolînkirin. Nasnameya siyasî, neteweyî an jî statuya hiqûqî ya mexdûr divê neyê bikaranîn da ku li dijî wê were xebitandin. Û ji bo bûyerên tundiya zayendî yên ku di boriyê de hatine jiyîn divê mekanîzmeyeke bîrê û hesabpirsînê ya berfireh were avakirin. Ji ber ku pirsgirêk êdî ne bi tenê ev pirs e: ‘Çi hat serê Paula Maier?’ Pirsgirêk ev e: ‘Heya niha çi hat serê kê û çima tu kesî hesab neda?’ Xwestina bersiva van pirsan, ne tenê ji bo Paula Maier, di heman demê de ji bo hemû jinên ku dengê wan li mekanên di bin çavdêriya dewletê de nayê bihîstin, xwestina edaletê ye.”
 
Daxuyaniya çapemeniyê piştî dirûşmeya “Dewlet, destê xwe ji bedena min bikişîne” bi dawî bû.