ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2026'AN
- 09:00 4 Îlon 2026
- Rojev
*"Nekropolîtîka ne tenê çalakiyên kuştin;teşeyên deshtilatdariyê yê ku mirovan her tim dibin tehdîda mirinê de dihêle, mirovan terkî mirinê dike û hebûnê bê nirx dike. Nekropolîtîka mantika rêvebriyeke ku sînorê navbera mirin û jiyanê paqij dike îfade dike." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Kesên ku xizmên xwe di têkoşîna azadiya Kurd de winda kirine, diyar kirin ku Qanûna Çarçoveyî ya di çarçoveya pêvajoyê de hatiye derxistin qels e û got: “Girtiyan û serokê me nahewîne. Heta serokê me azad nebe aştî jî kêm dibîne. Divê qanûn berfireh be.” DÎMEN HEYE
*Rojnameger Nevîn Cerav rola rojnamegerên jin a di kevneşopiya Çapemeniya Azad de nirxand û da zanîn ku rojnamegerên jin yên Kurd stuna sereke ya Çapemeniya Azadin û got: “Her cureyê heqîqeta ku desthilatdarî ser wê digire deşîfre dike.” DÎMEN HEYE
*Îlknur Alcan aliyê hiqûqî yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û da zanîn ku divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn û bikeve bin ewlehiya hiqûqî. DÎMEN HEYE







