Li Îdirê bîranîna şervanên azadiyê

  • 13:50 8 Îlon 2026
  • Rojane
ÎDIR - Li Îdirê ji bo şervanên azadiyê ku li dem û cihên cuda jiyana xwe ji dest dan di pêşengiya MEBYA DER'ê de çalakiya bîranînê  hat lidarxisitn.
 
Bernameyeke bibîranînê ku ji aliyê Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine  (MEBYA-DER) ve ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li Taxa Özgür a Îdirê  dest pê kir. Di bîranîna ku li mala şînê ya Ozgürê hat lidarxisstin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane ligel gulan hatin danîn. Gelek welatî û her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan di dema civînê de sersaxî qebûl kirin. Bername bi rêzgirtinê û bi dirûşmÊN "Şehîd namirin" dest pê kir.
 
 
'Bi saya wan, em niha serbilind in'
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun di çalakiyê de axivî û got: "Şehîd di dîroka Kurd de xwedî cihekî gelek bi qîmet in. Îro em şîna wan kesên ku dîroka Kurdan nivîsandine, digirin. Ew ji Îdirê derketin û ji bo çar parçeyên Kurdistanê têkoşiyan. Îro em mîrateya têkoşîna wan didomînin. Sersaxiyê ji we hemûyan re û ji malbatan re dixwazim. Beriya pêncî salan, gelê Kurd rûbirûyê xetereya tunebûnê bû; ji nasnameya xwe ya Kurdî şerm dikir. Îro, bi saya şehîdan, Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê xwe dane naskirin. Em niha serbilind in. Ev yek bi saya wan pêk hat. Em ê li ser şopa wan bimeşin. Bîranînên wan dê ronahiyê bidin têkoşîna me."
 
 
Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berdewam dike.