Xwepêşandan û çalakiyên xwendekaran didomin
- 13:32 8 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dêrikê, bajarokê Rimêlan û gundê Sêgira yên Girke Legê xwendekar derbasî dibistanên xwe nebûn û got heyanî ew bi zimanê xwe newînin, naçin dibistanê.
Li parêzgeha Hesekê xwendekaran li hember biryara Wezareta Perwerdeyê helwest danîne û derbasî dibistanên xwe nabin.
Dêrik
Li bajarê Dêrikê xwendekarên Dibistana Yûsif El Ezma li pêşiya dibistana xwe kom bûn û sirûda Ey Reqîb got. Piştî wê çûn navenda perwerdeyê ya bajêr û daxwaz kir ku bi zimanê kurdî xwendina xwe berdewam bikin.
Li pêşiya avahiya navenda perwerdeyê dirûşmên "Zimanê me nasnameya me ye", "Bê zimanê kurdî jiyan nabe", "Em zimanê xwe dixwazin" berz kirin.
Xwendekar ji navenda perwerdeyê derbasî gel gerînendeyê herêma Dêrikê Şêro Şero bûn. Şêro Şero hevdîtin bi wan re kir û li daxwazên wan guhdarî kir. Xwendekaran daxwaz kir ku materyalên perwerdeyê hemû bi zimanê kurdî bin û zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.
Gerînendeyê herêma Dêrikê Şêro Şero got: "Em destekê didin xwendekaran ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û bila zimanê kurdî bibe yek ji zimanên fermî yên Sûriyeyê. Em ê deng û daxwazên we bi rêyên qanûnî bigihînin aliyên têkildar. Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi zimanê xwe baxivin û bixwînin, em ê ji bo parastina ziman tê bikoşin."
Girkê Legê
Li bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girke Legê xwendekarên Dibistana Şehîd Serdar û malbatên wan têkildarî biryara Wezareta Perwerdeyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Hesen Elî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de gotin biryara Wezareta Perwerdeyê ji bo zimanê kurdî tê wateya binpêkirina mafên gelê Kurd û ev biryar ji aliyê civakî û demokratîk ve nayê qebûlkirin û bi qanûnî jî ev biryar li dijî mafên gelan e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de xwendekaran ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kir ku biryara xwe di ber çavan re derbas bike û biguherîne. Her wiha gotin divê ew li herêmên xwe hemû waneyan bi zimanê kurdî bixwînin û zimanê kurdî li dibistanan bibe zimanekî fermî.
Di dawiya daxuyaniyê de gotin: "Heyanî hemû ane nebin bi zimanê kurdî, em derbasî dibistanan nabin."
Xwendekarên gundê Sêgira ya girêdayî bajarê Girke Legê jî li pêşiya Dibistana Şehîd Şivan a gund daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Svetlana Koço ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de gotin ew biryara sînordarkirina zimanê kurdî bi 3 saetan qebûlnakin, girêdana xwe bi zimanê kurdî ve anîn ziman û ji hikûmeta veguhêz daxwaz kirin ku li biryara xwe vegere û ji mafên wane bi zimanê xwe yê dayîkê xwendina xwe berdewam bikin.
Di dawiyê de anîn ziman ku heke bi zimanê xwe yê dayikê xwendina xwe berdewam nekin, ew naçin dibistanê.







