'Hêviya ji bo pêşerojê qels dibe, civak hildiweşe'

  • 09:04 19 Îlon 2026
  • Rojane
Bûşra Turan
 
AGIRÎ - Zana Kaya da zanîn ku rizandina civakî ya li bajar rê li ber sedemên giran vedike û da zanîn ku betalî, koçerî û newekheviya di perwerdehiyê de jin û ciwanan ji jiyanê qût dike û hêviyê qels dike.
 
Li bajarên Kurdistanê ji ber krîza aborî ya her diçe giran dibe, xizanî û betalî rê li ber texrîbatên mezin yên civakî vedike. Koçberiya ku bi kêmasiya sanayî û razemeniyê zêde dibe û newekheviya di perwerdehiyê de bandorek mezin li ser jiyana jin û ciwanên herêmê dike.
 
Civaknas Zana Kaya der barê sedemên rizandina civakî de ji ajansa me re axivî.
 
‘Qelsiya şert û mercên aboriya civakî'
 
Zana Kaya da zanîn ku rizandina civakî ya li Agiriyê ji ber sedemên aborî, civakî, çand û psîklojîk dertê holê û bi taybet betalî, koçberî û newekheviya di perwerdehiyê de jin û ciwanan ji jiyana civakî dûr dixîne û wiha got: “Koçberiya ji Agiriyê her tim zêde dibe, nifûs kêm dibe, potansiyetala xebatê qels dibe û nifûsa kal û pîr zêde dibe. Rêjeya betaliyê zêdeye û ciwandiçin bajarên din. Sanayî û sektora taybet pêş neketiye. Hejmara dibistana kêm in û derfetên perwerdehiyê qels in. Ev jî eleqeya ciwanan li hember perwerdê kêm dibe. Hêviya ciwanan qels dibe.”
 
‘Nirxên ahlaqî bi berjewendiyan tê pîvan’
 
Zana Kaya bi lêv kir ku rizandina civakî di jiyana rojan de bi tevgeran xwe nîşan dide û wiha pê de çû: “Rizandina civakî di têkiliyên baweriyê ya civakê û pratîkên rojan de xwe didin der. Kêmasiya empatiyê, bikaranîna zimanekî nebaş, binpêkirina maf, li gorî rêbazan tevnegerîn, rê li ber hilweşînê vedike. Bi taybet demên dawî de magandabûna trafîkê zêde bûye. Hesta baweriyê winda bûye. Nirxên ahlaqî bi berjewendiyan tê pîvan. Li Agiriyê ji ber çanda piştevanî, mîvanperwerî û têkiliyên malbatê hîna pir xurtin ev rizandin wê hêdî hedî xwe bide der.”
 
‘Malbat ya ku ava dike ye’
 
Zana Kaya bi lêv kir ku saziya malbatê di alî rizandina civakî de yek ji saziya herî girîng e û wiha domand: “Di civakê de ger malbat biheje, zirarê bibîne bandorên mezin yên rizandinê, kavilê ava dibe. Malbat bi xwe re têkiliyên cîrantî û taxê ava dike. Ev di mekanîzmayên têkiliyên civakê de rolek girîng dilîze. Civak her tim diguhere nû dibe lê malbat di vir de saziya herî girîng e ku malbatê ava dike. Rola malbatê li ser zarokan gelek girîng e. Em civaknas her tim dibêjin divê dê û bav bibin xwedî hişmendî.”
 
‘Divê civak bibe xwedî hişmendî’
 
Zana Kaya balkişand ser rola jinan di alî rizandina civakî de û got: “Her tim li ser dayikan zextek wisa heye; zarok dîsa zarok dîsa zarok. Belê em dikarin çi bidin van zarokan. Em jiyanek bê fikar, dikarin bidin van zarokan. Divê civak bibe xwedî hişmendî. Yek ji sedemên din ya rizandina civakî zextên siyasî ne. Ji ber polîtîkayên şaş yên siyasî malbat dibin zextan de dibînin. Bi teknolojiyê re windahiyên mezin jî çêdibin.”
 
‘Li Agiriyê bûyerên hişbirê’
 
Zana Kaya da zanî ku nav ciwanan de bikaranîna hişbirê zêde bûye û ev jî bi xwe re rizandina civakê girandtir dike û wiha domand: “Yek ji tiştên li Agiriyê zêde tê dîtin bikaranîna hişbirê ye. Her wiha lîstikên sanal û bahîsê zêde bûne. Ciwan ketine nav lepê van pêkanînan. Ciwan ji ber pirsgirêkê aborî berê xwe didin van tiştan.”
 
‘Bandora teknolojiyê’
 
Zana Kaya di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bikaranîna çapemeniya civakî û teknolojiyê li sre rizandina civakî gelek bi bandore û divê ev li ser nifûsa ciwan bi bandorên wê yên erênî û neyînî bê nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çapemeniya civakî û teknolojiyî bandorek mezin li ser nirxên civakî dike. Ev di sosyolojiyê de yek ji sedemên rizandinê ye. Dema ku bê xistin ji mirovan titşek bê windakirin, nirxên ahlaqî bigirin. Gelek zanyar dibêjin ku ahlaq tunebe tu tişt tuneye. Mixabin çapemeniya civakî û teknolojî bandorek mezin a neyînî li ser vê dikin.”
 
‘Zextên civakî rizandinê kûrtir dikin’
 
Zana Kaya balkişand ser bandora STK’yan a li ser rizandina civakî û destnîşan kir ku saziyên civaka sivîl û rêveberiyên herêmî di têkoşîna li dijî rizandina civakî de xwedî bandorek girînge û wiha anî ziman: “Hinek projeyên ku STK bi rêveberiyên herêmî re idmeşînin hene. Di qasa sporê de başkirin, teşwîqkirina sporê. Projeyên şaredariyan jî hene. Nikarin navendên ciwanan bên vekirin. Navendên jinan bên vekirin. Faliyetên çandî dikarin bên meşandin. Ji bo zarokan qad dikarin bên vekirin. Ev dikarin rizandina civakî kêm bikin. Zextên civakî jî rizandina civakî kûr dikin. Bi taybet li bajarên biçûk mirov ji ber nasnameya xwe tirs û fikaran dijîn. Li ser jinan zextên mezin çêdibin. Ji bo pêşî li rizandina civakî bê girtin hewce bi civakek xwedî hişmendî, perwerdekirî û çandî heye.”