'Kişandina wêneyan jî teşeyê têkoşînê ye'

  • 09:02 14 Cotmeh 2026
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yiidiz
 
WAN - Emîne Kart ku pêşangeha wêneyan bi navê Ardakalan’ ya Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê dike mijar, nirxand da zanîn ku kişandina wêneyan jî teşeyê têkoşînê ye û got armanca pêşangehê ev e ku ji bo siberojê bîrekê bihêle.
 
Piştî Komkujiya 10’ê Cotmehê ji 2015’an heta niha her 10’ê mehê bîranîn tên kirin. Hunermenda kêşandina wêneyan Emîne Kart ku ji bîranîn û pêvajoya doza komkujiyê wê wêne kişand û pêşangeha bi navê ‘Ardakalan’ amade kir û di 11’emîn salvgera komkujiya 10’ê Cotmehê de vekir. Pêşangeha du rojan berdewam kir li Galeriya Hunerê ya Ataturk hat vekirin.
 
Emîne Kart der barê pêşangehê de axivî û da zanîn ku tiştên bi gotinê îfade nekiriye bi wêneyan vegotiye û wiha got: “Kişandina wêneyan jî teşeyê têkoşînê ye. Wêje ji bîranînên komkujiya 10’ê Cotmehê û pêvajoyên dadgehê pêk tên. Bi fikra ku vê bîrê ragîhînim pêşeojê min ev pêşangeh amade kir.”
 
Tiştên roja komkujiyê hatin jiyîn
 
Emîne Kart da zanîn ku roja komkujiyê ji bo wêneyan bikşîne li qadê bûye û wiha got: “Demek beriya teqînê ez gihiştibûm qadê. Dengê duyemîn hat. Her kes direviya. Ez ber bi bûyerê çûm. Min wêne kişandin. Min vîdeo kişand. Min demek dirêj wêne kişandin û ez derketim derve. Min wêne dan hevalên xwe ku biweşînin. Piştre jî min têkoşîna malbatan şopand, bîranîn û dadgeh şopandin.”
 
‘Min got bila ev bîr ji pêşerojê re bê ragihandin’
 
Emîne Kart di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji xebatên din jî pirtûk, pêşangeh amade kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo ev bîr ji pêşerojê re bê ragihandin min ev pêşangeh vekir. Pêvajoyên dadgehê zehmet bûn. Malbatan têkoşînek mezin dan. Ev 10 sal in di bîranînan de li cem malbatê me. Min pêşangeha xwe ya ‘Ardakalan’ ji van wêneyan amade kir. Tiştên ku min nikaribûn bi gotinê bêjim, min xwest bi wêneyan bêjim.”