Dildara Mor Çati Elîf Ege:Divê hewcedariyên jinan li ber çavan bên girtin
- 09:05 14 Cotmeh 2026
- Rojane
Rojin Abay
STNEBOL- Ji Weqfa Stargeha Mor Çati Elîf Ege da zanîn ku di pêvajoya ku jin ji tundiyê tên durxistin divê hewcedariyên wan esas bên girtin û balkişand ser girîngiya piştgiriya bi zimanê dayikê û stargehên jinan ên serbixwe.
Jinê tundyê dibînin ji bo ji hawira tundiyê dur bikevin jiyana ji nû ve ava dikin. Di vê nokteyê de dqadên jiyana azad rolek girîng dilîzin. Li stargehên ku jin neçar dimînin lê bimînin jî pêkanînên sînorkirinê û qadên azadiya jinê teng dikin. Ev jî pêvajoyên ji tundiyê durketinê zehmetir dikin.
Dildara Weqfa Stargeha Mor Çati Elîf Ege, der barê xebat, hewcedarî û daxwazên jinan de axivî.
‘Divê daxwaza jinan bigirin navendê’
Elîf Ege da zanîn ku ji rêyên cuda dikarin xwe bigihînin Weqfa Stgargeha Mor Çati û got: “Divê li gorî hewcedariyên jinan tevigerin. Carnan ji bo pirsekê bipirsin digerin. Carnan dixwazin tiştên jiyane vebêjin.Armanca xebata esasgirtina daxwazên jinane. Dema jinek tenê pirsgirêkê vebêje û bidawî ke divê mijarên din neyên ferzkirin. Çi bixwazin, bi wan re ew mijar parvekirin girînge. Carnan jin tundiya dibînin dixwazin bêjin. Em mekanîzmayên qanûnî ku bikaribin serlêdanê bikin jî ferz nakin.”
‘Divê ji jinan re qad bê vekirin’
Elîf Ege di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê qadên ku jin bikaribin biryara xwe bidin bên vekirin û wiha bi lêv kir: “Pêvajoya ji tundiyê durketin pêvajoyek zehmete. Jinek dikare bi daxwazekê serlêdanê bike. Lê bi demê re dikare hewcedarî biguhure. Mînak destpêka hevdîtinê de piştgiriya psîkolojîk nafikire piştre dikare alîkariyê bixwaze. Ji ber vê jî divê ji jinê re qad bê vekirin. Ferzkirin nabe. Ji bo jinekê çi baş be divê ev bê kirin.”
‘Divê bi zimanê dayikê xizmet bê dayîn’
Elîf Ege diyar kir ku li cihên xebatên piştevaniya jinan tê meşandin divê şertên civakî yên herêmê li ber çavan bê girtin û balkişand ser mekanîzmayên piştgiriyê û girîngiya xizmeta bi zimanê dayikê. Elîf Ege wiha domand: “Jin ji ber piştgiriyê nabînin tên qetilkirin. Divê jin bikaribin xwe bigihînin mekanîzmayan. Em li vir bi jinên şaredariyê re xebatan dimeşînin. Em xebatên Mor Çati wek mînak jpêşkêş dikin. Divê perwerdehî û xizmeta bi zimanê dayikê bê dayîn. Em ji bo vê wek tevgera jinan li Tirkiyeyê bi hev re têdikoşin.”
‘Tundî û astengî pir alî ye’
Elîf Ege wiha domand: “Jin di her asta mekanîzmayên piştgiriyê de bi astengiyan re tên rû hev. Tundî û astengî pir alî ye. Divê dawî li helwesta ku tundiyê normal dibîne bê anîn. Divê stargehên jinan serbixwe bin. Divê em vê her tim bînin ziman.Tevgera Jinan a Kurd û femînîst bi salane bi piştevaniyê li dijî polîtîkayên serdet yên mêr xeta berxwedanê dihûnin. Piştevaniyek mezin heye. Em êdî bi hev re tevgerê dizanin. Gelek girînge ku ev piştevanî bidome.”







