ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 15 Cotmeh 2026
  • Rojev
 
* Birinca li Qerecedaxê digihêje bi keda jinê tê ser sifreyan, polîtîkayên newekheviyê ya li hember jinan pêk tê xwe li ser erdê birincê jî nîşan dide. Jin bi hezar TL, mêr bi hezar û 500 TL rojane tên xebitandin. BI DÎMEN 
 
* Rumeysa Çamderelî da zanîn ku di pêvajoyên aştiyê de ezmûna esas a peymanan di komîsyonên tên avakirinê de tê dayîn û got: “Bêdengbûna çekan bi nirx û girîng e. Lê ya ku aştiyê mayînde bike, destkeftiyên civakî û demokratîk bi hev re bê hûnandinê ye.”
 
* Rojnameger Gulfem Karataş da zanîn ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku sansur û otosansurê bikin rutîn û got: “Çapemeniya Kurd bi salan e bi bedelên giran li berxwe didin, çapemeniya muxalîf jî bi heman zextan re tê rû hev. Ez li dijî zextan, sansurê banga rêxistibûnê li hemû hevpîşeyên xwe dikim.” DÎMEN HEYE 
 
* Di îdianameya ku derbarê doza destavêtinê ya li Sêweregê de hatibû qebûlkirin de, rapora tibba edlî destnîşan kir ku encamên muayeneyê û giliyên psîkolojîk piştrast dikin ku destdirêjî li bedena jinê hatiye kirin.