Li zeviyên birincê cudakarî: Heqdest ne wek hev in

  • 09:02 15 Cotmeh 2026
  • Ked/Aborî
RIHA - Birinca li Qerecedaxê digihêje bi keda jinê tê ser sifreyan, polîtîkayên newekheviyê ya li hember jinan pêk tê xwe li ser erdê birincê jî nîşan dide. Jin bi hezar TL, mêr bi hezar û 500 TL rojane tên xebitandin.
 
Birinca li qadên avî ya kontarên Qerececad a navçeya Sêwreg a Rihayê tê çandin, bi keda jinan tê ser sifreyê. Birinca li qadên avî tê çandin di şert û merc, karê wê zehmet e. Jinên ku li ser erdê birincê dixebitin zehmetiyên mezin dikşînin, ligel jinan zarokên naçin dibistanê jî li ser erdan cihê xwe digirin.
 
Polîtîkaya newekheviyê ya li hember jinan xwe li ser erdê birincê jî nîşan dide. Tevî ku karê giran jin dikin, rojnameya wan li gorî mêran kemtire. Jin bi hezar TL, mêr bi hezar 500 TL dixebitin.
 
Jinên li ser erdê birincê dixebitin zor û zehmetiyên dijîn vegotin.
 
Pêvajoya çandina birincê
 
Xiznê Işik behsa pêvajoya çandina birincê kir û wiha got: “Piştî çandina birincê em av didin. Baş neyê avdan berhem jî baş nîne. Piştre em bi tirpanê kom dikin. Em li qadên diyarkirî kom dikin. Piştre em dişînin fabrîqeyê.
 
‘Em beramberê keda xwe nagirin’
 
Xiznê Işik daxuyakirin ku wek jin hem li malê hem li ser erdan dixebitin û ev tişt bi lêv kir: “Mixabin em beramberê keda xwe nagirin. Jin hezar TL, mêr hezar û 500 TL digirin. Ev newekhevî û bê edaletiyeke mezine. Karê me ji yê mêran zehmetire. Em her tim karê barkêşiyê dikin. Ew tenê tirpanê dikin. Piştî ser erdan em li malê jî kar dikin.”
 
‘Pêşeroja me kesî tuneye’
 
Jina bi navê Gewrê Işik jî balkişand ser pirsgirêkên ku jin dikşînin û wiha pê de çû: “Em li erdên ku jê re dibêjin merde birincê diçînin. Mêr ji me zêdetir rojaneyê digirin. Lê ew yek karî  dikin. Diçin malê rudinin. Em jin li ser erd dixebitin, diçin malê li sewalan dinerin, xwarinê çêdikin. Li zarokan dinêrin. Em zarokên xwe bi xwe re tînin ser erd. Pêşeroja me kesî tuneye. Bi taybet jî ya jinan. Li vir zêde kes dibistanê naxwînin.”