Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

  • 14:36 16 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên beşdarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bûn karên bi salan, astengiyên rû dan û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin.
 
Konferansa Jineolojiyê Ewropayê ku bi dirûşma "Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad ve" li bajarê Haelen ê Hollandayê tê lidarxistin, bi rûniştina yekemîn a bi sernavê "Jineolojî: Li ser bingeha azadiyê zanista avakirina nasnameya jinê" dewam kir. Di rûniştinê de tecrûbe, destektî û kêmasiyên karên Jineolojiyê yên li Ewropayê hatin nirxandin û perspektîfên dema nû hate destnîşankirin.
 
Di destpêka rûniştinê de li ser karên komîteyên Jineolojiyê yên li Ewropayê sînevîzyonek hate nîşandan.
 
Di vegotina bi dîmen de hate ragihandin ku Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku sala 2014'an li Kolnê hate lidarxistin, di pêşvebirina karên Jineolojiyê de bi roleke girîng rabû. Her wiha hate gotin, bi konferansên li Parîs û Stockholmê re zemîneke nîqaşê ya hevpar a navbera jinên li welatên cuda hate afirandin.
 
Ji perwerdeyan heta bi semîner, komên xwendinê û karên xwecihî karên di çarçoveya Jineolojiyê de li Ewropayê hatin lidarxistin yek bi yek hatin vegotin û hate ragihandin ku karên kampê ji bo jinan veguherîn qadên tecrûbekirina hilberînê, wergirtina biryarê ya bi hev re.
 
Bi dewamî hate gotin, ji sal a2019'an û pê ve li welatên cuda yên Ewropayê komîteyên Jineolojiyê û komên lêkolînê hatin avakirin û hate destnîşankirin ku li Swîsre, Elmanya, Fransa, Îngilistan, Îtalya, Swêd, Norwêc, Katalonya, Welatê Baskê, Îrlanda û Skoçyayê karên perwerde, lêkolîn û rêxistinbûnê tecrûbeyên nû derxistin holê û gavên girîng da avêtin.
 
Endamên Komîteya Jineolojiyê Sarah Marcha û Necîbe Qeredaxî rêxistinbûna komînan û rêbaza kar, aliyên kêmmayî û pêwîstiyên serdema nû vegotin.
 
Necîbe Qeredaxî li gel delegeyan hemû jinên ku li her qada jiyanê ked dane karên Jineolojiyê silav kir û anî ziman ku karê wan di nava bêderfetiyê de destpê kir û bi demê re kadroyên xwe afirand.
 
Necîbe Qeredaxî anî ziman ku karên Jineolojiyê di çarçoveyeke komînal de dûrî hiyerarşiyê li ser bingeha yekîtiya pratîkê hate meşandin û diyar kir ku divê demê de li hin astengiyên dogmatîzmê rast hatin.
 
Ji bo pirsa "Em ê ji ku destpê bikin?" ya moderator, Necîbe Qeredaxî ragihasnd ku bi zêdekirina amûrên weke vegotina çîrokan, dîroka devkî, huner, şano û muzîkê dikarin xwe bigihînin hîn bêhtir jinan.
 
Endama Komîteya Jineolojiyê destnîşan kir ku Jineolojiyê li dijî pozîtîvîzma Ewropayê berxwedaneke gelekî xurt afirandiye û asteke nû daye têkiliyên navbera jin-mêr û civakê.
 
Necîbe Qeredaxî got, "Jineolojî weke çemekî ye ku rêya xwe diyar dike" û anî ziman ku konferans wê bigihêje armanca xwe.
 
Sarah Marcha jî diyar kir ku Jineolojî li ser bingehê modernîteya demokratîk xwe rêxistin dike. Sarah Marcha îfade kir ku Jineolojî ne tenê li ser esasê komkirina agahiyan e û got, asta hest û hîs jî bingehên vê zanistê ava dikin. Sarah Marcha têkildarî tarz û rêbazên xebata komîteyan agahî dan.
 
Sarah Marcha destnîşan kir ku li Ewropayê xebatên Jineolojiyê tecrûbeyeke girîng afirandiye, tevî vê yekê jî ev tecrûbe naveguhere rêxistinbûnên mayînde û domdar.
 
Sarah Marcha diyar kir ku xebatên Jineolojiyê gelek caran bi fealiyetên enternasyonal re sînordar dimîne û bilêv kir ku komîteyên herêmî carna ji xebatên meclîsê serbixwe pêş dikevin. Sarah Marcha ragihand ku li hin welatan ji bo avakirina komîteyên di nava çêkera civakî de, gav hatine avêtin û destnîşan kir ku divê ev tecrûbe belavî qadên hîn berfirehtir bên kirin û domdar bibe.
 
Sarah Marcha anî ziman ku asta civakîbûnê ya xebatan jî divê were nirxandin û bilêv kir ku lêkolîn ji bo fêmkirina rastiyên herêmî yên li Ewropayê tevkariyê dikin. Sarah Marcha îfade kir ku encamên lêkolînê divê bigihije derdorên hîn berfirehtir û destnîşan kir ku divê têkiliya navbera koordînasyona hevpar û xweseriyên herêmî were xurtkirin.
 
Sarah Marcha diyar kir ku Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa ji bo nirxandina hevpar a tecrûbeyê, nîqaşkirina kêmahiyan û diyarkirina wezîfe û berpirsyariyên dema nû wê zemînekî girîng ava bike.
 
Di dewama rûniştinê de 10 delegeyên ku ji welat, çand û beşên jiyanê yên cuda hatine, derketin ser dikê û behs kirin ku Jineolojî ji bo wan çi îfade dike, di jiyana wan de bandoreke çawa ava dike û ji bo kîjan veguherînan tevkariyê dike.
 
Delegeyan anî ziman ku wan bi saya Jineolojiyê li dijî kapîtalîzmê hêza têkoşînê bi dest xistine û diyar kir ku Jineolojiyê baweriya wan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan xurt kiriye û ew hîn zêdetir nêzî Rêber Apo kirine. Delegeyan spasiya kedkarên Jineolojiyê kir.
 
Piştre peyama bi dîmen a ji Abya Yala hatî şandin, hate temaşekirin. Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.
 
Piştî rûniştina yekemîn di beşa piştî nîvro ya konferansê de wê bi sernavê “Ji bo avakirina jiyana demokratîk û komînal rola Jineolojiyê” 7 xebatên atolyeyê bên lidarxistin. Tê armanckirin ku di atolyeyan de nîqaş bên meşandin û biryar were dayîn.