Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin
- 14:57 23 Cotmeh 2026
- Rojane
WAN - Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Azîze Onat a ku tev li kongreya DEM Partiyê ya Wanê bû, hat binçavkirin.
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Azîze Onat, ji bo tev li kongera DEM Partiyê ya Wanê bibe çû cihê kongreyê, bi hinceta derbarê wê de biryar heye hat binçavkirin. Parêzer û parlamenterê DEM Partiyê ji bo meseleyê hîn bibin çûn cihê binçavkirinê lê polîsan tu agahî nedan wan.
Hat zanîn ku Azîze Onat birine Midûriyeta Polîsan a Wanê.







