Xelkê gundê Arzoxliyê li dijî çêkirina GES'ê çalakî kirin

  • 16:21 21 Cotmeh 2026
  • Ekolojî
Xelkê gundê Arzoxliyê û nûnerên rêxistinên sivîl ku xwestin biçin cihê çêkirina projeya GES'ê lê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
 
Li gundê Arzoxliyê yê ser bi navçeya Sûrê ya Amedê ve piştî ku ji bo projeya “Santrala Enerjiya Rojê û Saziya Embarkirina Enerjiyê ya Zenkar 2” rapora “Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED)” hat dayîn, karmendên şirketê di bin parastina leşkeran ketin qadê û ev yek hat protestokirin. Girseya ku li ber gund kom bû, ji wir heta qada ku projeya GESê dê lê were çêkirin, bi dirûşmeyên “Axa me û ava me hebûna me ye”, “Em GESê naxwazin” û “Bijî berxwedana Arzoxlî” meşiyan. Dema girse gihişt nêzî qadê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. Li ser astengkirina leşkeran girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
 
Şêniya gund Gûrbet Çiftçî li cihê çalakiyê da zanîn ku heya şîrket ji nav ax û gundê wan neçe ew ê çalakiya xwe bidomînin û li ber xwe bidin.