Parlamenterên Partiya Çep a Elman ji bo Wêrîşe Muradî bang kirin

  • 13:29 21 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên Elmanyayê Cansu Ozdemîr û Sara Mirow daxwaz kirin ku cezayê darvekirinê yê li çalakvana Kurd Werîşe Muradî hatiye birîn tavilê bê betalkirin û were berdan.
 
Cansu Ozdemîr û Sara Mirow ku Partiya Çep a Elman li Parlamentoya Federal a Elmanyayê temsîl dikin, li hemberî dubare dayîna cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî bertek nîşan dan û xwestin ceza were betalkirin û tavilê were berdan.
 
Berdevka siyaseta derve ya Partiya Çep a Parlamentoya Elmanyayê Cansu Ozdemîr, di peyameke ku li ser tora dîjîtal a X hatiye weşandin de got: "Hikûmeta Îranê dixwaze bi dayîna cezayên darvekirinê, dengê 'Jin, Jiyan, Azadî' bibire.'Wê her wiha daxwaza berdana Werîşe Muradî kir û destnîşan kir ku ji ber balnekişandina cîhanî ya li ser Îranê, ji bo girtiyên siyasî metirsiya jibîrkirinê heye.
 
Ji ber ku bêdeng nema cezayê darvekirinê lê hat birîn
 
Sara Mirow di peyameke xwe ya li ser Instagramê de jî behsa du caran cezayên darvekirinê yê li Werîşe Muradî hatiye birîn kir û got: "Ji ber ku wê bêdengiyê red kir, du caran cezayê darvekirinê lê hat birîn."
 
Mirow tekez kir ku hikûmeta Îranê bi tundî û cezayên darvekirinê hewl dide berxwedana jinan bêdeng bike û xwest ceza were betalkirin, Werîşe Muradî tavilê were berdan.
 
Daîreya 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi serokatiya Abulqasim Salavatî, di 14’ê Cotmeha 2026’an de cara duymîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî birî. Dadgeha Bilind a Îranê berê di Kanûna 2025’an de ji ber kêmasiyên di lêpirsînê de û neşopandina prosedurên yasayî, cezayê darvekirinê betal kiribû, doz ji bo ji nû ve darizandinê şandibû heman dadgehê.
 
Lê belê li gorî parêzerên Werîşe Muradî, dadgehê bêyî ku kêmasiyên ku Dadgeha Bilind destnîşan kirine çareser bike, cezayê darvekirinê ji nû ve daye. Parêzer li dijî pêvajoya darizandinê û bingeha yasayî ya biryarê derketin.
 
Pêvajoya hiqûqî û binpêkirinên dadgehê
 
Çalakvana mafên jinan û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî di 1ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî bajarê Sineyê hat binçavkirin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, piştî binçavkirinê, Werîşe Muradî di destpêkê de li navendeke binçavkirinê ya girêdayî Rêveberiya Îstîxbarata Sineyê hat girtin û piştre wê avêtin hucreya 209 a Girtîgeha Evînê. Hat ragihandin ku Werîşe Muradî di dema binçavkirina xwe de ji bo girtina îtirafên sûcên xwe rastî zext û îşkenceyê hatiye.
 
Werîşe Muradî cara yekem di Mijdara 2024’an de bi tohmeta "bagî" ku li gorî Qanûna Cezayê Îranê wekî serhildana çekdarî tê pênasekirin, cezayê darvekirinê lê hat birîn. Piştî betalkirina biryarê ji aliyê Dadgeha Bilind ve, ji nû ve darizandinê, cezayê darvekirinê cara duyemîn li Werîşe Muradî hat birîn, ku ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin.