Tevî pêvajoyê li siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê dozên nû vedîkîn

  • 09:03 28 Mijdar 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut da zanîn ku tevî PKK’ê xwe fesh kiriye jî li Almanyayê li siyasetmedarên  Kurd doz tên vekirin û got: “Daxuyaniyên welatên Ewropayê  yên der barê pêvajoya aştiyê venaguherin gavên şênber. Ji bo rakirina qedexeya PKK’ê em xebatên hiqûqî û dîplomatîk dimeşînin.”
 
Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde PKK’ê xwe fesh kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Tevî vê li Almanyayê li dijî siyastmedarên Kurd û saziyên Kurd helwesta ku PKK di ‘lîsteya terorê’ de girtin neguherî.  Tevî dxuyaniyên welatên Ewropayê yên der barê piştgiriyapêvajoyê de qedexeyên heyî didomin û li hember siyastmedarên Kurd operasyon û darizandinên nû hatin dîtin.
 
Dadgeha Bilind a Eyaleta Dresden a li Almanyayê daxuyakirin ku ji sûcê ‘endamtiya PKK’ û ‘piştgiriya rêxistinê’ darizandina sê siyastemedarên Kurd di 30’ê Mijdarê de dest pê dike û li gorî daxuyaniya ku dadgehê di 23’ê mijdarê de kiriye hat daxuyanirin ku darizandin wê di 16 runiştinan pêk bê û heta 20’ê Nîsana 2027’an temam bibe.  Sê siyasetmedarên ku navê wan nehat aşkerakirin û temenê wan 54,56 û 53 ye, yek jê hevserokê Konfederasyona Civakên Kurd ên Almanyayê (KONMED) e. Her sê kes bi faliyetên rêxistinê tên sûcdardkirin.
 
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Almanya nahêle Kurd bîhna xwe vedin’
 
Zubeyde Zumrut da zanîn ku yek ji van siyasetmedaran hevserokê KON-MED’ê ye û wiha got: “Ev doza sê kesan e. Di destpêka pêvajoyê de, di pêvajoya feshkirina PKK’ê de pêk hat. Operasyonek cidî hat kirin û bi vê re sê kes hatin girtin. Ji berê de li Almanyayê li hember Kurdan polîtÎkayek tê meşandin, bi qedexekirina PKK’ê re nahêlin Kurd bîhna xwe bigirin. Kurd ne tenê li Almnayayê li her derê Ewropayê gelê ku mafê xwe diparêze ye.  Li Ewropayê çawa ku gelên din rêxistin, sazî û komeleyên xwe avakirin, Kurdan jî kiriye.”
 
 
‘Têkoşîna ku Kurd dimeşînin demokratîk e’
 
Zubeyde Zumruet bi lêv kir ku têkoşîna demokratîk a gelê Kurd li Ewropayê dimeşînin tê krîmînalîzekirin û ev tişt anî ziman: “Li Ewropayê bi taybet jî li Almanyayê Kurd tên krîmînalîzekirin. Têkoşîna gelê Kurd ya li Ewropayê dimeşîne têkoşîna demokratîke. Lê bi sûcdariyên wisa siyasetmedarên Kurd yên li dîasporayê  tên darizandin. Li her derê cîhanê gel ji bo mafan xwe rêxistin dikin.  Lê Ewropa jî vê ji Kurdan re zêde dibîne. Kurd pirsgirêka ziman, nasnameyê dijîn. Bê guman wê li her derê jî xwe rêxistin bikin.”
 
‘KON-MED saziyeke faliyetên dîplomasiyê dimeşîne ye’
 
Zubeyde Zumrut balkişand ser xebatên KON-MED yên li Almanyayê û wiha anî ziman: “Yek ji kesên hat binçavkirin hevserokê KON-MED’ê bû. Beşek mezin a nifûsa Kurd a li Ewropayê li Almanyayê ne. KON-MED saziya me ya herî mezin, konfederasyona herî mezin e. KON-MED bi sazî, şaredarî, rêxistinên sivîl û parlamentoyan re di têkiliyê de ye. Hevdîtinan didomîne. Saziyeke ku faliyetên dîplomasiyê dimeşîne ye. Lê bi ser mala hevserokê saziyê de tê girtin, deriyê wî tê şikandin. 5 zarokên wî li malê bûn. Hevalên me yên din jî bi heman awayî hatin binçavkirin. Dixwazin travmayên berê ji nû ve bi Kurdan bidin jiyîn. Saet di 04.30’ê şevê de bi ser malan de girtin, derî şikandin li dijî demorkasiyê ye li dijî hiqûqê ye. Ji berê de li Almanyayê siyaetmedarên Kurd bi van pêkanînan re hatine rû hev.”
 
‘Helwesta Almanyayê bi daxuyaniyê sînor ma’
 
Zubeyde Zumurt  destnîşan kir ku helwesta welatên Ewropayê yên der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk, di pratîkê de heman tiştî nîşan nade û  wiha domand: “Ji berê de bi Almanya û welatên din ên Ewropayê re xebatên me yên dîplomasiyê hene. Ji Konseya Ewropayê bigirin heta welatên din yên Ewropayê  têkiliya me bi parlamento, siyaestmedar û mekanîzmayên heyî re heye. Me hewl daye em wan kanalan vebikin û em hîna jî dikin. Almanyayê piştî banga 27’ê Sibatê daxuyaniyek pozîtîf da. Lê tenê bi wê daxuyaniyê sînor ma.”
 
Zubeyde Zumurt wiha dirêjî dayê: Hemû dewletên Ewropayê jî siyasetmedarên wê jî dizanin ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêka Rojhilata Navîn jî çareser nabe. Li gelekî ku xwe amade dike serî li NY’ê bide ev nikarin bên ferzkirin. Almanya yek ji cihê ku nifûsa Kurdan lê zêde ye. Kurd tevli hilberînê dibin, bacê didin û tevli aboriya vir dibin û diafirînin. Li Almanyayê bi pêşengiya Kurdan hilberîneke mezin heye. Karsaz hene. Ji van sê kesan yek esnafe. KarÊn mezin dike. Darizandina kesekî esnaf ku hilberînê dike wê zirarê bide prestîja vî welatî.”
 
‘Ji bo rakirina qedexeyan dosya tên amadekirin’
 
Zubeyde Zumrut bi lêv kir ku ji bo rakirina qedexeya PKK’ê xebatên hiqûqî û dîplomatîk tên meşandin û wiha domand: “Têkoşîna hiqûqî tê meşandin. Parêzerên Tirkiyeyî yên Ewropayî hene. Têkoşîna hiqûqî ya vê didin. PKK’ê xwe fehs kiriye lê hîna di lîsteya qedexeyan de ye. Kurd bi van qedexeyan hîna tên krîmînalîzekirin. Qedexeya li hembger PKK’ê bandor li gelên din yên bi Kurdan re di piştevaniyê de jî dike. Ev helwest zirarê dide hemû gelan. Divê dest ji vê helwestê bê berdan. Ji bo vê xebatên me hene.”