Mamosteyên Êzîdî: Bila dibistanên me fermî bibin

  • 09:04 28 Mijdar 2026
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞENGAL - Mamosteyên Êzidî ku li gundê Serdeştê bi derfetên xwe perwerdehiyê didin, ji bo berdewamkirina perwerdehiya li ser bingeha zimanê dayikê û baweriyê têkoşînê dimeşînin. Mamosteyên ku dixwazin dibistanên wan fermî bibin, şert û mercên perwerdeyê bên başkirin û derfet bên avakirin ku şagirt piştî pola 6’emîn jî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û balê dikişînin ser girîngiya veguhastina ziman û baweriyê ji bo nifşên pêşerojê.
 
Civaka Êzidî, piştî fermana ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de pêk anî, ne tenê bi ji nû ve avakirina cihên xwe yên jiyanê re rû bi rû ma, lê belê bi têkoşîna parastina ziman, çand û baweriya xwe re jî rû bi rû ma. Yek ji stûnên girîng ên vê têkoşînê jî perwerde bû. Li Şengalê di dibistanên girêdayî hikûmeta Iraqê de dersên li ser bingeha erebî û îslamê tên dayîn, lê di wan dibistanên ku Êzidiyan bi taybetî li gundan bi derfetên xwe vekirine de, perwerde li ser zimanê dayikê û baweriya Êzidîdatiyê tê meşandin. Piştî peymana entegrasyonê ya ku di navbera Şengal û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin, ka wê qada perwerdeyê çawa şekil bigire jî bûye mijara nîqaşê. Ji bo civaka Êzidî girîng e ku pêvajoya entegrasyonê ne tenê bi aliyê îdarî û ewlehiyê ve, lê li ser bingeha parastina ziman, bawerî û nasnameya çandî were nirxandin. Di vê çarçoveyê de pergala perwerdeyê, wekî yek ji sernavên girîng ên têkoşîna parastina pêşeroj û nasnameya gel derdikeve pêş.
 
Mamosteyên ku li “Dibistana Şehîd Bapîr” a li gundê Serdeştê ya Şengalê kar dikin, pirsgirêkên ku di pêvajoya perwerdehiyê de pê re rû bi rû dimînin û daxwazên xwe yên li benda çareseriyê ne anîn ziman.
 
 
‘Li ser ziman perwerdehiyê didin’
 
Bêrîvan Şengalî ya ku du sal in li dibistanê mamostetiyê dike, destnîşan kir ku dibistana wan di meha tirmehê de vedibe û got, “Di dibistana gundê Serdeştê de em sê mamoste perwerdehiyê didin. Em heta pola 6’an perwerdehiyê didin. Dersên me yên wek Êzdîdatî, ziman, bêrîkarî, erebî û îngîlîzî hene. Em perwerdehiya van hemû dersan didin. Lê em bi taybetî li ser dersa ziman disekinin.”
 
Bêrîvan Şengalî da xuyakirin ku heta pola 6’an hemû polên wan cûda ne û wiha domand, “Temenê wan ji 6 salî destpê dike heta 16 salî. Dibistanên me li gundên cûda jî hene. Lê em niha li dibistana Serdeştê disekinin. Her wiha zarokên gundên Serdeşt, Kolika û yên nêzîk tên dibistana vê derê. Li Şengalê û gundan 7 dibistanên me hene. Zarokên ku tên dibistanên vê derê asta wan a fêmkirinê jî gelek baş e.”
 
‘Zehmetî gelek zêde ne’
 
Bêrîvan Şengalî destnîşan kir ku dibistanên wan hîn fermî nehatiye qebûlkirin û got ku ew dixwazin hemû dibistanên wan fermî bên îlankirin. Bêrîvan Şengalî, da zanîn ku 2015’an vir ve mamosteyan kedek mezin dane û xwest ku ev ked bê dîtin. Bêrîvan Şengalî wiha domand: “Em dixwazin ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bigirin û em dixwazin li ser baweriya xwe perwerdehiyê bidin. Ji ber vê yekê em niha perwerdehiya Êzdîdatiyê didin. 2015’an vir ve mamosteyên me zehmetiyên gelek mezin kişandin. Hem zivistanê û hem jî havînê em gelek zehmetiyan dijîn. Dema baran dibare Serdeşt gelek dibe herî. Zarokên biçûk dema ku tên dibistanê bi taybetî gelek zehmetî dikişînin. Bi taybetî em li vê derê di konteyniran de perwerdehiyê didin. Ev yek bi taybetî zehmet e. Ji ber vê yekê daxwaza me ew e ku bila ev hemû pirsgirêkên me bên çareserkirin.”
 
‘Dersa Êzdîdatiyê ji bo me gelek girîng e’
 
Bêrîvan Şengalî destnîşanî dersa Êzdîdatiyê kir û got ku ji bo wan ev ders gelek girîng e û wiha pê de çû: “Ev ders ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku em li ser bawerî û çanda xwe perwerdehiyê didin. Her wiha dema mirov bi zimanê xwe li ser baweriya xwe perwerdehiyê dide zarokan ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Em dixwazin ku zarok ziman û baweriya xwe zanibin. Pêywira me hemûyan e ku divê em li ser vê mijarê bisekinin. Bi taybetî wek mamoste pêywirek girîng dikeve li ser milên me. Em dixwazin ku zarokên me bila baweriya xwe zanibin û neyê jibîrkirin. Ligel ku civaka Êzîdî ev qas ferman jiyane hewl dane ku bawerî û zimanê wan neyê windakirin. Ligel hemû zehmetiyan jî xwedî li bawerî û zimanê xwe derdikevin.”
 
 
‘Divê dibistanên me fermî bê dîtin’
 
Bêrîvan Şengalî bi bîr xist ku dibistana wan ji 2015’an vir ve vekiriye û wiha pê de çû, “Dibistana me di hêla hikûmetê de wek fermî derbas nabe. Em dixwazin ku dibistanên me jî bi awayek fermî bên derbaskirin. Ligel hemû zehmetiyên ku civaka Êzîdî jiyaye jî divê êdî dibistanên me fermî bên îlankirin.”
 
 
‘Ziman ji bo me gelekî girîng e’
 
Mamoste Dalya Şengalî jî ku li heman dibistanê sê sal in dersên ziman û Êzdîdayiyê dide, anî ziman ku 2015’an vir ve ew li ser ziman perwerdehiyê didin û wiha got, “Jixwe em dersa Êzdîdatiyê jî didin û zarok vê dersê baş dizanin. Lê em bi taybetî li ser ziman dixebitin. Ji ber ku ziman ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku zimanê dayikê ye û pêwîst e ku em xwe baş bidin ser vê yekê. Li hemberî van hemûyan mirov zimanê dayikê çiqasî pêş bixîne ew qas baştir e. Li şûna ku em bi zimanê erebî biaxivin, divê em bi zimanê xwe biaxivin. Mirov çend zimana zanibe baştir e. Lê zarok niha hîn di nav fêrbûnê de ne.”
 
‘Dewlet destûra vê yekê nade’
 
Dalya Şengalî da xuyakirin ku ew heta pola 6’an perwerdehiyê didin û ji wê şûnde nîne û wiha got, “Piştî pola 6’an zarok diçin dibistanên hikûmetê. Daxwaza me ew e ku ji bo zarokan peymangehek bê vekirin û dibistanên me fermî bên dîtin. Derfetên me zêde tunene. Ger ku derfetên me hebûna me yê ji bo 6’an şûnde peymangeh vekira. Lê belê dewlet jî destûra vê yekê nade. Divê derfetên me bên berfirehkirin. Divê ew ji vê yekê re destûrê bidin. Ji bo zarokan divê dewlet tiştek bike ku ew jî karibin ji 6’an şûnde jî perwerdehiyê bigirin. Niha di dibistanên hikûmetê de dersên erebî tên dayîn. Ger ku zimanê me jî qebûl bikirana me yê bikaribûya di dibistanên wan de jî perwerdehiyê bidin.”