‘Divê welatiyên astengdar di hemû pêvajoyên budçeyê de cih bigirin’

  • 14:51 28 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku tevli komxebata "Ji bo welatiyên astengdar budçe" bû û diyar kir ku divê welatiyên astengdar di pêvajoya amadekirina budçe û biryardanê de cih bigirin.
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari tev li Komxebata "Ji bo kesên astengdar budçe" ku di çarçoveya kampanyaya “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” tê lidarxistin, bû. Komxebat li oteleke navçeya Çankaya ya Enqereyê hat lidarxistin. Sazî û komeleyên astengdaran û gelek welatiyên astengdar tev li komxebatê bûn. Komxebat di serî de bi diyarkirina dîvanê dest pê kir.
 
Komxebatan bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dest pê kir. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku divê budçe li gor plansaziya dabinkirina pêdiviyên welatiyan pêk were û wiha got: “Budçe navnîşana desthilat li gor kî budçe çêdike, kî paşguh dike û kî diparêze bi awayekî şênber derdixîne holê. Desthilat welatiyên astengdar paşguh dike û wan wekhev nabîne. Welatiyên astengdar weke kesên muhtacî malbatê dibîne. Em vê yekê qebûl nakin. Divê welatiyên astengdar weke wekhev bên dîtin û budçe jî li gor vê yekê bê amadekirin. Têkoşîna li dijî cihekariyê têkoşîna demokrasiyê ye.”
 
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ew welatiyên astengdar ne weke kesên muhtacî alîkariyê lê weke nasnameyeke dibînin û ev tişt anî ziman: “Bikaranîna ziman, siyaset û polîtîkayên cihekariyê ya li dijî welatiyên astengdar me red kir û polîtikayeke ji bo welatiyên astengdar da pêş xwe. Têkoşîna li dijî cihekariyê ne tenê berpirsyariya welatiyên astengdar e. Hemû kesên ku daxwaza edalet û demokrasiyê dikin berpirs in. DEM Partî ji bo welatiyên astengdar di hemû qadên jiyanê de bê dîtin, dixebite. Weke DEM Partiyê şaredariyên em bi rê ve dibin de jî me welatiyên astengdar kir yek jî polîtîkayên xwe. Ji bo parastina maf û pêdiviyên welatiyên astengdar di şaredariyan de dest bi xebatan kirin. Gihiştina xizmetan mafekî bingehîn a astengdaran e. Ne lutufek e.”
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser budçeya sala nû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê bi milyonan welatiyên astengdar li hemû qadên jiyanê rastî cihekariyê tên. Em weke DEM Partiyê budçeya nan, aştî û edaletê ji bo welatiyên astengdar dixwazin. Welatiyên astengdar li derveyî qadên xebatê hatine hiştin û bi xîzaniyê re rû bi rû hatine hiştin. Hevdîtinên budçeyê bi dawî bûn û êdî pêşniyar werin Desteya Giştî ya Meclisê. Weke DEM Partiyê di pêvajoya komîsyonê de me gelek îtîraz û pêşniyar kirin. Lê tevî vê yekê jî di pêşniyar budçeyê de desthilatê guherandin nekir. Desthilata AKPê ji bo şer budçe vediqetîne lê ji bo welatiyên astengdar budçe venaqetîne. Ew polîtîka û hilbijartineke. Desthilat şûna budçeyê veqetîne xizmetên civakî weke alîkarî dibîne. Welatiyên astengdar giredayî malbatê dikin û derveyî qadên jiyanê dike. Ev yek li dijî dewleta civakî ye.”
 
Her wiha Tulay Hatîmgoullari destnîşan kir ku ew dê têkoşîna xwe ya hemwelatiya wekhev li dijî cihekariyê bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê welatiyên astengdar tev li xizmetên civakî bibin. Li hemû bajaran divê ji saziyan kesên zimanê îşaretê dizanin bên peywîrdarkirin. Divê rê, wesayît, saziyên xizmetê divê bi awayekî ku hemû kes bi awayekî wekhev bikarin sûd bigirin. Divê hemû welatiyên astengdar re bi qastî muçeya asgarî muçeyeke astengdariyê were dayîn. Welatiyên astengdar ku li cihên dixebitin rastî mobîng û cihekariyê tên, bê ceza nemînin. Divê welatiyên astengdar bikarin tev li siyasetê bibin û divê mekanîzmayên vê yekê bên avakirin. Divê welatiyên astengdar di mekanîzmayên biryardanê de jî cih bigirin. Biryarên ku welatiyên astengdar di nav de tune ne biryarên kêm in. Divê welatiyên astengdar di hemû pêvajoyên budçeyê de cih bigirin û biryar bidin. Pergala ku welatiyên astengdar tev li biryarên budçeyê nebe ne demokratîk e. Em li vir bang li desthilatê dikin, dev ji polîtikayên astengdaran paşguh dike û wan tenê kesên hewcehî alîkariyê dibîne berdin. Em li vir careke din dibêjin hemwelatiya wekhev ne lutufeke lê mafê bingehîn ê mirovahiyê ye.”
 
Piştre jî ji Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî axivî û diyar kir ku kesên ji xwe re dibêjin “Saxlam” ji bo welatiyên astengdar ku weke “Kêmanî” dibînin biryara budçeyê didin û qala cihekariya budçeyê ji bo welatiyên astengdar kirin.
 
Piştrê jî welatiyên astengdar ku tev li komxebatê bûn bi dorê axivîn û qala cihekariya ew rû bi rû dimînin, fikir û ramanên xwe yên li ser budçeya sala nû anîn ziman.