‘Li bajarên kurdan her tim biryara nepeniyê tên dayîn'

  • 09:05 17 Kanûn 2020
  • Hiqûq
ENQERE - Parêzer Gunçe Çetîn bal kişand ser bûyerên taciz û tecawizê yên li herêmê pêk tên û got: "Piştî 15'ê tîrmehê mudaxaleya li hemberî erdnegariya kurd zêdetir bû. Mudaxaleya li hemberî pergala hevserokatiyê û biryarên nepeniyê ya derbarê dosyayên taciz û tecawizan tê wateya şîdetê. Bi vê rêbazê şîdeta li herêmê tê veşartin."
 
Tacîz, tecawiz û êrîşa zayendî ya li hemberî jin û zarokan a li herêmê wekî polîtîkayek tê meşandin. Ev tişt bi destê erkdarên dewletê ve tên kirin. Îpek Er a ku 18 salî ya li Êlihê û zaroka 15 salî ya Kercewsê mînakên girîng in. Faîl Mûsa Orhan ji ber bertekan hat girtin lê piştî hefteyek şûnde serbest hat berdan. Derbarê bûyera li Kercewsê jî biryara nepeniyê hat dayîn. Ji ber ku me jî nûçeya Kercewsê parve kir malpera me hat astengkirin. Çalakiyên şermezarkirinê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 27 kesên ku li ser medyaya civakî bûyer parvekiribûn derbarê wan de jî lêpirsin hat destpêkirin. Endama Navenda Gelîncik a Baroya Enqereyê û parêzera dildar a Weqfa Piştevaniya Jinan Gunçe Çetîn derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Gunçe, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser biryara weşartina dosyaya Kercewsê û got: "Di 12'yê mijdarê de serlêdana tecawizê ya li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hatiye kirin û piştî rojek şûnde faîl hat girtin. Lê faîlê din M.A piştî rojek din hat girtin. Ev dosya di 17'ê mijdara 2020'an de dişînin Serdozgeriya Komarê ya Kercewsê. Serdozgeriya Komara Êlihê jî biryara bêrayetiyê dide. Rojek şûnde jî Dadgeha Ceza ya Sûc a Dozgeriya Kercewsê biryara qedexeya nûçeyan ya derbarê dosyayê de da. Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatê ya Malbatê mutaxilê dosyayê bû. Her wiha baroyên Mêrdîn, Êlih û Amedê jî diyar kirin ku dê bi aktîf dosyayê bişopînin. Dîsa saziyên jinan ên herêmê jî biryara xwe ya şopandina dozê aşkera kirin."
 
'Gelo lêkolînên rast tên kirin' 
 
Gunçe, diyar kir ku biryara qedexeya nûçeyên a derbarê bûyerê de wiha şîrove kir: "Ji ber ku biryar hatiye dayîn em nizanin niha di çî rewşê de ye. Ji ber ku agahiyên rast nayên ber destê me. Li herêmê gelek dosyayên bi vî rengî hene. Lê ji ber ku her tim biryarên bi vî rengî didin mirovan dixin nava fikaran. Gelo lêkolîneke rast tê kirin? Baroya Êlihê, dozgerî, emniyet û parêzerên mexdûr di heman demê de derbarê zarokê de daxuyaniyek dan. Demildest derbarê lêpirsînê de biryara qedexeya çêkirina nûçeyan hat dayîn. Ev tişt ji bo me pirsek e, gelo çi bû? Ya ku dibêjin pergala cemaweriyê çi ye? Her wiha ji bo her dosyayên îstîsmarê biryarek wisa nayê dayîn. Di dosyayê de 2 gumanbar hene. Lê biryara qedexeyê heye. Li şûna ku raya giştî xwe bighînin agahiyên rast astengiyan derdixinin."
 
'Bê ceza hişti tê wateya parastina sûcdaran'
 
Gunçe, da zanîn ku di pergala darazê ya mêr de serdestiya mêr tê parastin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Sûcdar ceza nagirin û jiyana xwe bi her awayî didomînin. Mûsa Orhan jî mînakekî girîng e. Bê ceza hiştin û pesndayîna mêrantiyê sûcdaran bi hêz dike. Di dosyaya Mûsa de lêkolînekî berfireh nehat kirin. Dewlet bi hewldana weşartina dosyayê, ji holê rakirina delîlan û bêdengkirina raya giştî dixwaze faîlan biparêz e. Her wiha astengkirina nûçeya Kercewsê ya ajansê jî nayê qebûlkirin ji ber ku ev tişt li dijî azadiya çapemeniyê ye. Derbarê bûyera ku li herêmê pêk hatî de nûçeyek hatiye çêkirin."
 
'Li hemberî zarok û jinên kurd şîdet heye'
 
Gunçe, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin û wiha bi lêv kir: "Bi taybetî piştî 15'ê tîrmehê li hemberî tevgera jinan mudaxaleyek mezin pêk hat. Mudaxaleya li hemberî pergala hevserokatiyê û biryarên ku derbarê dosyayên bi vî rengî dê tên dayîn heman feraset e. Dewlet vê torê bi taybetî diparêz e. Ev rêbaza mudaxaleyê bi taybetî li ser erdnegariya kurd pêk tê. Biryara nepeniyê ya derbarê dosyayan de tên dayîn tê wateya şîdeta li hemberî jin û zarokên kurd û bi vê rêbazê jî şîdetê vedişerin. Dema bûyerek li herêmê pêk tê em têkiliya wê bi polîtîkayê re digerin. Ji ber ku teqes dewlet li herêmê vî tiştî kiriye. Gumanên heyî hizûra mirovan têk dibe."