Danişîna Doza Kobanê dewam dike

  • 15:00 30 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Danişîna Doza Kobanê berdewam dike. Di dozê de parastina siyasetmedaran dewam kir. 
 
Rûniştina yekemîn a danişîna 39’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Siyasetmedarên girtî beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedarên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
Ji siyaetmedarên girtî Alp Altinors, Alî Urkut, Gunay Kubilay, Nazmî Gur, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengul, Zeynep Karaman û Sabahat Tuncel beşdarî danişînê bûn. Gelek parezeran û rojnamevan Huseyîn Aykol danişînê şopandin. 
 
Danişînê bi parastina siyasetmedarê girtî Bulent Parmaksiz dest pê kir. Parmaksiz da zanîn ku ew parastina xwe diyarî qurbaniyên Şengalê, Kobanê, Pirsûsê, Telafer, Gara Enqereyê û Xezeyê dike. 
 
Bulent destnîşan kir ku divê demokratîkbûna komarê pêk bê û got: "Ya sereke û esastirîn ew e ku komareke demokratîk li gorî ruhê demê bê avakirin.” Bulent anî ziman ku ji bo demokratîkbûn û azadkirina Tirkiyeyê HEDEP şansek mezin e. Bulent bertek nîşanî helwest û terefbûna şandeya dadgehê jî da û got: “Şandeya dadgehê ne li gorî hiqûq û ne li gor qanûnan tevdigere.” 
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê.