Danişîna Doza Kobanê dewam dike
- 16:24 8 Mijdar 2023
- Hiqûq
ENQERE - Danişîna Doza Kobanê bi parastina siyasetmedarê girtî Gunay Kubîlay berdewam kir.
Danişîna 40’emîn a Doza Kobanê di roja sêyemîn de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.
Ji siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Aynur Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat, Zeynep Kahraman, Alp Altinors, Nazmî Gur, Gunay Kubîlay beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedara girtî Meryem Adibellî jî ji Girrîgeha Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.
Danişîna dozê îro bi parastina siyasetmedarê girtî Gunay Kubîlay berdewam kir. Kubîlay bi berfirehî li ser neheqiya dozê rawestiya û behsa hûrguliyên dozê kir û destnîşan kir ku ew li ser biryar ango dîrektîfa desthilatdariya siyasî dîlgirtiyên siyasî ne û li girtîgehê tên ragirtin.
Piştî navbera hat dayîn danişîn bi parastinan berdewam dike.