Fîgen Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin

  • 14:21 19 Kanûn 2023
  • Hiqûq
 
 
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de dest bi parastina xwe kir wiha got: “Hûn nikarin hesaba gotinên me ji me bipirsin. Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, kesên ku divê hesab bidin jî hûn in.”
 
Li Enqereyê danişîna Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin didome. Danişîna doza îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî şopandin. 
 
Piştî tespîta nasnameyan ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Dû re Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdagê têkildarî esasê de dest bi parastina xwe kir. Yuksekdag a şandeya dadgehê û daraz weke “maskeyê siyasetê” penase kir wiha got: “Desthilata siyasî li dijî me darizandineke bi maske dike. Cesaret nake ku rûyê xwe nîşan bide. Ji xwe nebawer e ku rûyê xwe jî nîşan bide. Min beriya niha jî got dîsa dibêjim; heyfa we, HSK di destê wan de ye, ev dadgeheke ku ji me hatiye danîne. Ji dadgeha rewşa awarte û DGM’yan cudatir nîne.”
 
‘Doza Kobanê parçeyekî vê qirkirinê ye' 
 
Fîgen, anî ziman ku desthilat têkoşîna xwe ya hesabpirsîna siyasî rast nade û bi lêv kir ku 7 sal in bi şerekî nemerd û qirêj re rû bir û ne. Yuksekdag got ku bi operasyoneke qirkirineke siyasî ku li cîhanê kêm mînakên wê hene re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: “Îro ev Doza Kobanê parçeyekî vê qirkirinê ye. Di vê doza jê re doza hiqûqê tê gotin de kîjan hiqûq pêk hat? Hûnê biryareke ji aliyê desthilatê ve beriya niha hatiye nivîsîn bixwînin. Îro ez li vir li hemberî we me lê bawer bikin ku ji bo ez bawerî bi edaleta we tînim nehatim vir. Ez ji bo li nava çavên we û rûyê binêrim û rastiyan bibêjim hatim vir. Lê li hemberî min rûyek heye ew hêjayî niqaşê ye. Kesên vê zilmê li me dikin hêj jî bibêarî zilma xwe berdewam dikin û vê operasyonê didomînin.”
 
‘Dadger û dozgerê vê dozê em in' 
 
Fîgen a got ku “Doza Kobanê doza mirovahiyê ye” bi bîr xist ku derbarê girtiyên siyasî de 38 caran cezayê hefsê yê muebbeta girankirî tê xwestin. Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, jin in, ciwan in, elewî ne, hemû gel, bawerî û kedkarên bindest in. Dadger û dozgerê vê doza mirovahiyê em in. Heta niha me çawa têkoşiya ye em ê ji niha û şunde jî têbikoşin, hesap pirsin û darizînin.”
 
Guherandina mekanîzmaya tundiyê
 
Fîgen, bal kişand ku desthilata AKP’ê darazê weke amûrê bikartîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Saziyên darazê kê dixwazin weke terorîst îlan dikin, digirin, diavêjin hefsê. Ev yek veguheriye mekanizmaya tundiyê. Nava hiqûqê vala kirin. Dadgeh tên danîn destihalata siyasî ferman dide dozger jî bi lez û bez biryara girtinê didin. Bi taybetî jî ji bo mûxalefeta civakî mekanîzmayeke tundiyê çêbûye. Bûye organa navendî û tundiyê ya desthilatê.”
 
'Çawa baweriyê bi darazê bînin?'
 
Fîgen di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Daraz niha mekanîzmayeke qirkirinê ye. Hiqûq qetil dike, baweriya mirovan a bi edaletê qetil dike û dîsa xwe bi xwe dikeve nava pêşbaziyekê. Endamtiya serokê dadgehê ya şebekeyeke sûc mînaka vê yekê ye. Saziyên dewletê ketine nava avadaniyeke çeteyan. Pêvajoya Sûsûrlûkê ya di salên 90’î de ev e. Rastiya ku dewlet bûbû mafya li pêşiya me bû. Hûn dixwazin ceza li yekê were birîn, pere didî ceza didî birîn. Digotin borsaya FETO’yê. Çawa di borsaya FETO’yê de tahliye dihate firotin ne me nûnerên desthilatê gotin. Çerxên ku weke borsa dihatin binavkirin hatin avakirin. Dozger îro ji bo berjewendiyên xwe li dozgeran didin. Niha di nava van şertan de dê çawa baweriyê bi darazê bînî?”
 
Di rûpelan de DAIŞ nîne 
 
Fîgen diyar kir ku di mutalaya ji 5 hezar û 267 rûpelî pêk tê navê DAIŞ'ê li cihekî bi tenê nehatiye derbaskirin û destnîşan kir ku heta çend salên dawî jî li Tirkiyeyê darizandineke girîng a DAIŞ’ê nehatiye kirin. Yuksekdag, bi bîr xist ku endamên DAIŞ’ê yên dihatin girtin ji aliyê dozger û dadgeran ve dihatin berdan û wiha lê zêde kir: “Heke ji aliyê dadgehê ve bi xeletî hatibûna girtin jî demildest dihatin berdan û beraet dikirin. Heta niha desthilata siyasî li dijî DAIŞ’ê çawa tevgeriya ye daraza di bin kontrola wê de jî wisa tevdigere. Mekanîzmaya darazê di bin kontrola desthilata siyasî de helwesta xwe plan dike. Heke min sûcên ku civakê dirizîne kiribin, qaçaxçîtiya tiryakê, bazirganiya mirovan, cînayeta jinan, sûcên îşkenceyê kiribin, bi awayekî aşkere ji aliyê mekanizmaya darazê û desthilatê ve têm parastin.”
 
'Kujerên jinan nayê cezakirin'
 
Fîgen, anî ziman ku polîtîkaya bêcezakirinê ya di darazê de tenê bi çeteyên DAIŞ'ê re sînordar nîne û diyar kir ku kujerên jinan jî bi bêcezabûnê tên xelatkirin û got: "Li vî welatî şîdeta li ser jinê ne sûc e; Peymana Stenbolê hat betalkirin û qanûna bi hejmara 6284'an di bin xeterê de ye. Desthilatdariya siyasî dixwaze vê weke muzakere û lihevkirinê pêşkêşî hevkarên xwe bike. Şîdeta li dijî jinan li vî welatî bêceza tên hiştin. Mêrên ku li dijî jinan sûc kirine ji girtîgeha vekirî derketin û karê ku neqedandibûn temam dikin."
 
'Bersûc nehatin cezakirin'
 
Fîgen, destnîşan kir ku ji ber ku li ser navê gel siyasetê dikin tên darizandin û wiha nêrînê xwe anî ziman. "Di îdianameyê de wekî teşwîqkar cih digirin. Ji ber ku Tayyîp got 'Ev qatilên 41 birayên min ên kurd in' nehatin darizandin. Diviyabû kujerên din bihatana dîtin. Ya ku kêrî desthilatdariya siyasî û kesê di serê desthilatdariyê de bû ev bû. Rêya herî baş ji bo ji holê rakirina dijmin û hevrikê xwe yê siyasî, bikaranîna rêbazên şerê qirêj bû. Hîzbûllahên ku diviyabû di vê dozê de bersûc bin, bi efûya Serokomar an jî ji nû ve darizandinê yek bi yek serbest hatin berdan. Ev kesên ku rasterast bi kuştin û qetlîamê sûcdar hatin dîtin û hatin cezakirin. Ger tu bixwazî berdî tu dikarî gelek kilifan çêki.
 
Domandina provokasyonê
 
Divê em hesabê bipirsin. Kesên ku xwedî li gelê Kobanê derketin û hatin qetilkirin, derbarê wan de lêkolînek nehat kirin. Li vir mekanîzmayeke  manîpulasyon û provokasyonê heye û li cihê ku despê kir nasekîne. Di vê darizandinê de Kobanê berdewamiya manîpûlasyonê ye. Provokekirina Kobanê tê wateya sûcê li hemberî me. Piştî 9 sal şûnde vekirina dozê û daxwaza cezayê dê wateya berdewamiya manîpulasyon û provokasyonê.
 
Em gihiştine rewşeke wisa ku ne mumkune em jê derkevin. Niha behsa pirsgirêka dejenerebûnê tê kirin. Ya ku herî zêde behs dike jî îktîdara siyasî ye. Ji bo veşartina vê dejenerebûnê ye. Hewl didin ku pirsgirêk û sedemênan berovajî bikin. Nayê hizirkirin ku li cîhekî ku siyaset ev qas qirêj e, gendelî nebe. Feqîrtî zêde ye. Li vî welatî herî zede ji bo şer pere tê veqetandin û ji ber vê jî ne mimkûn e ku xizanî jî kêm bibe. Civak ji aliyê nirx û aborî ve bêtir dikeve xarê. 
 
Civaka Tirkiyeyê bi polîtîkayên şer û birçîbûnê tê terbiyekirin. Îro beşeke pir girîng a civaka Tirkiyeyê ji bo ku bêkar nemîne, rastî heqaret û bêhurmetiyê tê, ev yek tê wateya bêrûmetkirina civakê. Îro jin ji bo bijî bi êrişeke mezin e rû bi rû ne. 
 
Kobanê doza gel û mafan e
 
Di vê tabloya giştî ya darazê de mirov nikare behsa hiqûq û edaletê bike. Ez ê hinekî behsa têkoşîna me ya ji bo mafan bikim; Kobanê doza gel û mafan e. Sedema berxwedana gel e. Sedema biratiyê ye ku tê fikirîn ku hevgirtin bi têl û sînoran bi dawî nabe. Em hem dozger û hem jî dadgerê vê dozê ne. Yên ku divê hesab bidin hûn in. Em tenê dikarin bibin yên ku hesab bipirsin, ne yên ku berpirsiyar in. Gelek tişt hene ku em bigirin. Em ê bi ser bikevin û mafên ku heram tên dîtin ji bindestan re bigirin. Di jiyanê de her tişt bi peyvan dest pê dike, carinan pirtûkên pîroz dibêjin 'bixwîne', carinan jî dibêjin 'biaxive'. Hemî pirtûkên pîroz peyva rast navbeynkar dikin ku peyva rast ragihînin. Ji dîrokê heta niha her kes li peyvên rast digere. Em jî mirovên ji vê dîrok û kevneşopiyê tên.
 
Rabirdû ne tenê rabirdû ye, tecrubeyek e. Em têkoşîna heqiyê bi yên ji rabirdûyê hatine dikin yek. Tenê bila sozên ji bo gelan ji bo azadî û bindestan hebe. Ger mirov bifikire wê demê divê mafê mirov ê îfadekirinê jî hebe. Mafê gotinê mafekî bingehîn û yek ji mafê yekem ê vê gerdûnê ye. Hûn nikarin hesabê gotina me ji me bipirsin. Ne tenê hûn tu kes nikare bipirse. Tu qral û îktidar nikare bipirse. Me mafê gotinê ne ji we ji têkoşîna xwe ya ji dîrokê de ye, girt. Em ji bo jiyana em dixwazin biafirînin û ji bo jiyana em diparêzin, hesab nadin. 
 
Tu carî me îxanet li gotina xwe nekir
 
Me tu carî naverok û nirxên gotina xwe xera nekir. Me winda nekir. Me îxanet li gotina xwe nekir. Îro jî ev dadgeh dibêje îxanetê li gotina xwe bikin. Hûn ê hîn pir li hêviya vê yekê bin ! Em li hember soza xwe dirust bûn. Em ê ji niha şûnde jî xwedî li gotina xwe derkevin. Îro ev gel jî bi êrişeke mezin rû bi rû ye. Do HDP îro DEM Partî. Em dewam dikin lê belê bi berdêlên mezin ev yek pêk tê. Tu carî DEM Partî li qadeke azad bi awayekî azad nebû xwediyê mafê rêxistinbûyinê. Her tim hat astengkirin. 
 
Me di bin topa agir de xebat dan meşandin  
 
HDP dikare di pirtûkên dersê yên dîrokê de bibe mijar, bibe beş. HDP tevî hemû şert û mercên zehmet tevî hemû bêderfetiyan çawa bi ser ket, divê ev yek wekî ders bê xwendin. Dibe ku sibehê yan jî du sibeh bi derengî bikeve. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 6 milyon û nîv mirovî dengê xwe da HDP'ê. Me di bin topa agir de xebatên rêxistinbûyinê dan meşandin. Di bin êriş û gulebaranê de di bin bombeyên gazê de me faliyetên siyasî dan meşandin."
 
Figenê bi lêv kir ku mafên wan ên xwebirêxistinkirinê ne di binê ewlehiyê de ye û wiha got:"Biryara Dadgeha Bilind a derbarê navê kurt ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan de darbeya li dijî têkoşîna azadiyê radixîne pêş çavan. Êrişeke li dijî me dewam dike. Loma divê di nava her şert û mercî de fikra me, azadiya me bê parastin."
 
Wê rûniştin piştî navberê bidome.