Wê rojê dilê sedhezaran hate birîndarkirin

  • 09:25 2 Tebax 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Li Şengalê jin şîyar bûne û tama azadiyê girtine. Êdî tu hêz nikare li pêşiya jinan bibe asteng. Li Şengalê êdî pergal li dora jinê tê honandin û wê civak bi jinê azad bibe. 
 
Aysel Avesta
 
3'yê tebaxa 2014' an mirovahiyê ji ferman û komkujiyeke mezin re şahîdî kir. Wê rojê dilê bi sedhezaran Êzidîyan, gelê Kurd û mirovahiya azadîxwaz hate birîndarkirin û destdirêjî li paşeroj û hêviyên civaka Êzidî hat kirin. Ji vê komkujiyê  armanc ew bû ku li ser navê dîrok, çand, ziman  û baweriya civaka  Êzidî tiştek nemîne. Ev civaka ku 73 ferman derbas kirî cara pêşî li ber çavên cîhanê di vê astê de trajediyeke wiha dijiya. 
 
Gelek kesî navê Şengal û Êzîdxanê sibeha 3'yê tebaxa 2014'an bihîst. Dîmen û trajediyên wê rojê wijdanê mirovahiyê hejand.Wêneyên wê rojê tu carî ji hiş û mejiyên mirovan dernakevin. Di nava çend saetan de navenda bîr û baweriya civakeke ku dîroka wê tijî komkujî ye ser û bin bû. Mal hatin wêrankirin, dayikan ewledên xwe avêt û bi hezaran mirov tî û birçî di bin kele kela germa havînê de berê xwe dan çiyayên bilind. Gelek ji wan bi rê de dîl hatin girtin û bi sedan jî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. 
 
DAIŞ'ê jin xistibun navenda êrîşên xwe. Di vê fermanê de herî zêde yên êş kişandin jin bûn. Nûnerên pergala pênc hezar sal a
desthilatdariya zilam çeteyên DAIŞ'ê di asta herî jor de kiryarên derveyî ehlaqên mirovahiyê li dijî jinan bi kar anî. Jinên ku dîl hatin girtin li bazaran weke kole û cariye hatin firotin, destdirêjî li wan hat kirin bi saxî hatin şewitandin û hatin qetilkirin. Ji newalên kûr dengê nalîn û hewaran cîhan hejand.
 
Jin hatin firotin her yek bi dehên caran, hatin şewitandin, hatin kuştin, lê neqedyan, ji holê ranebûn, di vê fermanê de jin têgihîştin ku divê ew bixwe bibin xwediyê jiyana xwe, bedena xwe, parastina xwe û axa xwe. Êşa wan êşa hemû jinan bû, kûr bû û dermanê wê ew bi xwe bû. Ev jinên ku derdê bê parastinê kişandibûn di demeke kin de ketin nava tevgerê. Jinan bi biryardariyeke mezin li dijî hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê bi berxwedana xwe li eniyên herî pêş bi xwe rêxistinkirinê bersiva vê fermanê dan. Bi dehan jinên mîna Bêrîvan Şengal rahiştin çekên xwe û berê xwe dan qada cengê.
 
Ji ber wan baş dizanîn ku ew berdêlên bê rêxistin û bê parastinê didin. Jinên ku berdêlê bê rêxistinkirinê giran dabûn, ji bo ku careke din ferman bi ser wan de neyên xwe ji xweliya xwe afirandin û rêxistina xwe mezin kirin. Jina ku beriya 6 salan bê pergal û bê mecal bû. Niha bûye xwedî partî û artêş. Jinên Êzidî ji bo tola xwe ji neyarên xwe hilgirin hêza xwe ya leşkerî, YJŞ, Partiya azadiya jinên Êzidî, TAJÊ ava kirin. Her wiha di her qadên jiyanê de bûn xwedî îrade û pêşengiya civakê kirin û dikin. Piştî fermanê ne tenê jinên Êzidî li Şengalê û deverên ku Êzidî lê dijiyan dest bi xwe rêxistinkirinê kirin. Jinên Êzidî bi hişmendiya jina azad tê wateya civaka azad û encax jiyan dikare bi jina ku gihîştiye azadiyê bê parastin û siberoj dikarin pêk bê tevgeriya. Civaka Êzidî cara yekê piştî fermana 3'yê Tebaxê li ser navê xwe têkoşiya û li çarenûsa xwe pirsî. Lewma di serî de dewleta tirk hemû hêzên xêrnexwazê civakê ji vê yekê nerazîne. Lê êdî Şengal ne Şengala berê ye. Li Şengalê jin şîyar bûne û tama azadiyê girtine. Êdî tu hêz nikare li pêşiya jinan bibe asteng. Li Şengalê êdî pergal li dora jinê tê honandin û wê civak bi jinê azad bibe.