Bila barê giran ên zarokan tenê hilgirtina pirtûkên dibistanan bin

  • 09:01 19 Mijdar 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Zarokên ser axa bajarên xwe bi aramî dijiyan û tenê barê wan ên giran hilgirtine pirtûkên dibistanan bû, îro barê jiyaneke ku li ser wan hatiye ferzkirin hildigirin. Bila hemû zarok tenê xema wan ew be ku dema ji dibistanê vegerin wê çi lîstokan bilîzin. Her mirovek pêwist e ji xwe dest pê bike û dengê van zarokan ji bo cîhaneke ji xemla aştî û azadiyê bilind bike.
 
Sozda Oremar
 
Cîhana em tê de dijîn mixabin bûye gola xwînê. Yên ku herî zêde ji vê rewşê bandor dibin zarok in. Her dibêjim xwezî ev cîhan bi destên zarokan hatiba birêvebirin da ku zarok zaroktiya xwe bijiyana. Ji sala 2011'an ve li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hejmareke mezin a zarokan hatin qetilkirin. Di şerê Kobanê, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî de bi dehan xeyalên zarokan di nivî de man. Ez dipirsim gelo çi gunehê wan zarokan hebû? Yên ku li ser xwîna zarokan siyaseta qirêj dimeşînin, ma zarokên wan jî nînin? Her zarokek dema tê qetilkirin lorîn, qêrîn û kesera dilê dayikên wan erd û ezman dihejîne. Êdî di jiyana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha bûye ku dema dengê balafirên şer tê zarok hemû direvin ber dîwaran da ku xwe biparêzin. Li şûna ku zarok bi lîstokên zaroktiya xwe şad bibin, lîstokê wan jî bûye şer. Mafê kê heye ku jiyanê ji zarokan mehrûm bikin. 
 
Zarokên Efrînê ku 58 rojan ji ber dengê balafiran nikaribin rakevin, îro li Şehbayê dema dengê balafirên şer tên dikin qêrîn û dibêjin: 'Birevin ber dîwaran balafir hat canê me bistîne'. Êdî xewnê wan zarokan bûye tirsa ji balafir û şer. Beriya çend rojan balafirên şer û yên bê mirov gelek digeriyan û zarok li ezimanan mêze dikir û digotin gelo vê demê wê li ku derê bide. Cîhana zarokan bûye şer, kesên ku cîhana wan zarokan kirine şer li ser rûpelên spî qala mafê zarokan, demokrasî û hiqûqê dikin. Lê di rastiyê de li ser xwîna van zaro kan bazirganiyê dikin.
 
Bilbil bi awazên xwe, şalûl bi dengê xwe bang dikin, lê zarokên me jî di nava zehmetiyên şer de ditirsin û dikin qêrîn. Zarokên bi navê Rûşîn, Xeç û Aya yên ku temenê wan di navbera 7-8-9 salî de ne û ji herêma Efrînê ne, ji ber şerê Efrînê koçber bûn û berê xwe dan Kantona Şehbayê. Ji bo debara jiyana xwe her rojê înî li sûka Ehdaz ya bajarê Şehbayê li ser dezgahê cilan datînin û bang dikin û dibêjin: 'Werin cilan bikirin ji bo we gelek baş e û wê we ji sermayê biparêze'. Di nava sûkê de dengê wan weke mûzîkê tê guhê mirovan. Dema ez nêzî her sê zarokan bûm, bi ken min pêşwazî kirin û gotin: 'Cilên me pir xweş in tu nakirî?' Di wê kêliyê de min dixwest hesabê van zarokan ji şerxwazan bipirsim û bêjim ka berhemên kiryarên xwe mêze bikin. Yên ku ewqas behsa mafê zarokan dikin hûn in û yên ku zarok anîne vê astê hûn in. Min demek dirêj li wan temaşe kir û got xweziya ev cîhan bi qasî paqijiya dilê we bûya.   
 
Ruşîn, Xeç û Aya her sê zarokên hevalên hev li hevdu mêze dikin û dikenin. Her ku bang dikin balê dikşînin ser dilê xwe yê xemgîn û bêbextiya jiyana ku pê re rû bi rû mane. Bila herkes bizanibe ku rûkeniya we bersiva herî dijwar e ji kesên ku hiştine hûn di nava van zehmetiyan de bijîn. Gelo ger zeman berê xwe biguhere û li şûna we zarokên van desthilatdaran be, wê çi hestê bijîn? Mirovên ku ji bo zarokan dilê wan lê nede ew di cîhanê de mirovên herî qirêj in. Bi nazdariya destên xwe îro ev zarok barekî giran hildigirin ser milê xwe û hêviyên xwe jî di nava şert û mercên zehmet de winda dikin. Ger ku cîhanek tenê ji bo zarokan hebûya wê demê ez ê yekemîn mirov bama ku ez vê cîhanê bibînim. Lê ger ku tişteke wisa di xeyalan de jî çêbûbûya wê demê wê zarokan jî nehiştibana ku mirovên xwînmij derbasî cîhana wan bibûya. 
 
Zarokên li ser axa bajarên xwe bi aramî dijiyan û tenê barê wan ên giran hilgirtina pirtûkên dibistanan bû, îro barê jiyaneke ku li ser wan hatiye ferzkirin hildigirin. Bila hemû zarok tenê xema wan ew be ku dema ji dibistanê vegerin wê çi lîstokan bilîzin. Her mirovek pêwist e ji xwe dest pê bike û dengê van zarokan ji bo cîhaneke ji xemla aştî û azadiyê bilind bike.