Rûyê zarokatiyê yê şên ê di jiyanê de

  • 09:01 23 Sibat 2021
  • Ji Pênûsa Jinan
Bila jiyan, wek cîhana zarokan wekhev, adîl, di nav wekhevî û dostaniya gelan de, bê şer, bê dijminahî, bê înkar, bê derew û xayîntî derbas bibe. Di hembêza dayikên xwe de, bi biriqandina çav û bi devên rûken… 
 
Dîlan Şingalî 
 
Di şert û mercên jiyanê de her daîm tê ser ziman ku mirov dema jin be, zehmet e. Ya ku zehmet dike jî di milekî de baviksalariya ku 24 saten xwe li ser jinê û jiyanê ferz dike û jinê bê maf, bê parastin dihêle ye. Li gel vê yekê barê zarokan ê tenê li ser milê jinê tê hiştin jî mijareke din e. Lê belê rûyê zarokatiyê yê şên ê di jiyanê de her derê dide jiyanê. 
 
Li hemberî vê yêkê berxwedana jinê jî piralî dimeşe. Bêguman li Şengalê jî jin di şert û mercên zehmet de têkoşîna xwe dimeşîne. Li hemberî zihniyeta ku jinê hepsî malê dike, li hemberî têgîna dixwaze jinê bê maf, bê gotin û bê îrade bihêle têkoşînek mezin tê dayîn. Di vê bingehê de jinên Şengalê jî pir alî xwe pêş xistine û sazî û rêxistinbûna xwe ava kirine û vê yêkê berdewam jî dikin. 
 
Bêguman ji bo ev kar û xebat ji milê jinan ve bê meşandin di milê din de jî gelek civîn tên kirin, gelek perwerde têne dayin. 
Beşek girîng a karê jinan bêguman zarok in. Zarok her tim di bin berpirsiyariya jinê de hatiye hesibandin û ev karek wîcdanî, ehlaqî û xwezayî ye, lê mixabin berpirsiyartî tenê li ser milê jinê tê hiştin. Ev jî bê edaletiyek mezin e. Ev yêk bê nîqaş e, jin zarokan dema tîne ser rûyê dinê, li wan xwedî derdikeve, kedê li ber wan ve dide, mezin dike û vedigerîne hêza pêşeroja Şengalê, pêşeroja civaka me. Lê ev bar divê ne tenê yê jinê be. Divê li dijî zihniyeta baviksalarî wekî her alî di warê xwedîkirina zarokan de jî têkoşînek bê dayin. 
 
Di vê rewşê de bixwazî nexwazî zarok jî bi jinê re bi giranî tev digere. Ji ber wê jî zarok rengê balkêş yê civîn û perwerdeyên li Şengalê ye jî. 
Kîjan civîn, perwerde biçî binêrî dibînî ku çend zarok jî bi dayikên xwe re hatine cihê civînê, li gel dayika xwe rûniştine, yan di hembêza dayika xwe de ne yan jî ji xwe re li qadê digerin, dileyîzin.
 
Jinên Şengalê di her qadê de têdikoşin. Gelek jin dema li qadên cuda têdikoşin zarokên wan jî bi wan re ne. Îro li Xanesorê li Qada Laleşê jî, di civîna 6 mehan a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de jî zarok hebûn û gelekî bala me jî kişandin. Weke ku fêr bû bin ji xwe re bêdeng guhdarî dikirin. Heger li malê bana belkî her tişt serûbin kiribana ji qîşewîja wan dayikan nezanîbana çi kiribana, lê belê di cihê civînê de bi aqil, weke ku ferqa giranbûna mijaran de bûn di cihê xwe de sekînîbûn. Her çiqas hişê wan ne li ser civînê be jî, tiştên têne axaftin qasî serê derziyê fam nekin jî xuyaye dizanin ku divê bi aqil bin, piştgiriya dayikên xwe bikin. 
 
Gelek zarok bûn û hemûyan jî bi rûniştandina xwe rengekî xweş dan cihê civînê. Bi zarokan re dîmenekî hîn xweştir derket holê. Hinek zarok di encama dirêjkirina civînê de di hembêza dayikên xwe de diketin xewek şirîn, hinek jî piştî xew de çûn danîn ser paldankên li qayê.  Yên din jî bi lîstik, bi ken, bi henek û mereq li benda bidawîbûna civînê man û dem dem ji xwere geriyan dem dem jî cardin vegeriyan gel dayikên xwe, destên dayikên xwe, kirasên dayikên xwe girtin û kişkişandin. 
 
Pir diyar bû ji bo xatirê dayikên xwe bêdeng diman û sebir dikirin, ka dê kengê civîn bi dawî bûbaya gelo? Dema me ev satir dinivîsand me jî nedizanî dê kengî bi dawî jî bibe, lê cardin zarok bi sebir bûn li bendê bûn. 
 
Ya rastî ez texmîn dikim ku yê êvarê jî heyfa xwe hilgirin... Zarok in, mirov dikare çi bibêje. Zaroktî xweş e, taybet jî li gel dayika xwe ku her pêş dikeve, xwe bi rêxistin dike û zane dibin. Li Şengala zêrin zaroktî bi qansî xweş e her wiha zehmet e jî.  Zaroktî xweş e bi zimanê kurdî, bi zimanê dayikê kû tê axaftin, nivîsandin, guhdarkirin û tê jiyîn. Zaroktî xweş e bi hêviya hemû zarokên Şengalê bi awayekî azad, bi rihê azad zarokatiya wan derbas bibe. Bila jiyan, wek cîhana zarokan wekhev, adîl, di nav wekhevî û dostaniya gelan de, bê şer, bê dijminahî, bê înkar, bê derew û xayîntî derbas bibe. Di hembêza dayikên xwe de, bi biriqandina çav û bi devên rûken…Rûyê zarokatiyê yê şên ê di jiyanê de her dikene û dersê dide jiyanê.