Qirkirina Sayfo Suryanî ku 500 hezar Suryanî hatin tunekirin

  • 09:04 14 Hezîran 2021
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Li gorî qeydên Dêrê di qirkirina Sayfo Suyanî de 300 hezar Suyanî hatine qetilkirin 200 hezar bê nasname hatine hiştin û 500 hezar jî hatine tunekirin. Qirkirina zindî ya ku sirayetê polîtîka qirkirinê dike, wek Qirkirina Ermeniyan di Sayfo de jî pêk hatiye
 
Marta Somek
 
Suryanî ku yekem gelê ku Xiristiyanî qebûl kir û zimanê Suryankî ku Îsa Pêxember diaxivî, bi kar anîne ye, ji gelên herî kevn û cihwar ên Bethnarîn (Mezotamyayê) ne. Suryanî di 1915’an de rastî Qirkirina Suryanî-Asurî-Keldanî ku bi navê Sayfo yanî ‘şûr’  tê binavkirin, hatin. Ji ber ku piranî bi xençer û şûran hatin qetilkirin, vî navî bi kar tînin.
 
Parçeyek qirkirina sîstematîk Sayfo
 
Sayfo, di sala 1915’an de di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê de bi riya ‘tirkirin, mislimantî’  herêma Bethnahrîn a Tirkiyeyê jî tê de, li gelek herêman li hember gelan bi awayekî sîstematîk pêk hat. Ji 700 hezar Suryaniyên ku bi Sayfoyê ji sêyan du serjimara xwe winda kirin, tenê 200 hezar kes man.
 
500 hezar Suryanî hatin qirkirin
 
Li gorî qeydên Dêrê di qirkirina Sayfo Suyanî de 300 hezar Suyanî hatine qetilkirin 200 hezar bê nasname hatine hiştin û 500 hezar jî hatine tunekirin. Qirkirina zindî ya ku sirayetê polîtîka qirkirinê dike, wek Qirkirina Ermeniyan di Sayfo de jî pêk hatiye. Ligel gelê Suryanî bi sedan sewal hatin qetilkirin. Li aliyê din bi hezaran jin û zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û di bin navê mislimantiyê de hatin firotin.
 
Koçberiya ferzkirî
 
Piştî qirkirinê koçberiya bi zor hat destpêkirin bi polîtîka Tirkirin û Mislimantiyê gelek Suryaniyî nasnameya xwe winda kir, bi kuştinên kiryar nediyar û binçavkirinan hatin windakirin. Ji 200 hezar kesên mane hinek ji ber zext û tehdîdan ol guhertin û beşekê jî axa xwe terk kirin.
 
Welatê kiryar nediyaran
 
Qirkiriya Sayfo Suryanî ku bi giranî li herêma Bethnahrîn pêk hat serjimara wê daket 200 hezarî. Di salên 1980’ê de jî li dijî Suryaniyan polîtîkaya windakirin û koçberkirinê hat pêkanîn. Bi hezaran dîsa koçber bûn, malên xwe terk kirin. Bi sedan jî bi kuştinên kiryar nediyar hatin windakirin.
 
Qirkirinê bi xespkirina mal û milk berdewam kir
 
Di roja me ya îro de serjimara Suryaniyên li Tirkiyeyê dijîn nêzî 35 hezarî ye. Tevî 100 sal di ser qirkirinê de derbas bûye, xespkirina mal û milkê Suryaniyan didome. Bi hezaran mal û milk, dêr û keşîşxane hatin xespkirin. Keşîşxaneya Mor Gabrîel a li Turabdîn bi dehan carî dewrî Diyanetê hat kirin û bi beramberê mîlyonan şûnde hat girtin û di sala dawî de sê dêr dan ber firotinê. Bi îdiayên zêr hene li dêran kolandin hatin kirin, veguhertin axûran, goristanên wê hatin texrîbkirin, keşîşxane hatin bombebarankirin û hilweşandin.
 
Nasname û ziman winda kirin
 
Yek ji encama polîtîkaya tunekirinê ya girîng asîmîlasyon bû. Keşîşên dêran hatin qetilkirin, tunekirin. Piştre dibistan hatin şewitandin. Bi vî awayî çand, ziman hat tunekirin. Îro tenê li keşîşxaneya Turabdîn û dibistaneke li Stenbolê bi zimanê Suryankî perwerdeya ziman tê dayîn. Li Şirnex, Colemêrg, Bedlîs û Wanê yek Suryaniyek nemaye. 
 
Mînaka dawî ya kuştinên kiryar nediyar: Şîmunî û Hurmuz Dîrîl
 
Herî dawî li gundê Kovankaya ku navê wê bi suryanî Mehre ye ya li navçeya Elkê ya Şirnexê, welatiyên bi navê Şîmunî û Hurmuz Dîrîl ên vegeriyan gundê xwe û jiyanek ekolojîk ava kirin, ji bo Suryaniyan bûbûn hêvî. Lê di 7’ê Çileyê 2020’an de Şîmunî û Hurmuz hatin revandin û ev 520 roje der barê wan de lêkolînek bi bandor nehat kirin.
70 roj şûnde cenazeyê Şîmunî Dîrîl ji aliyê zarokên wê ve hat dîtin. Hurmuz Dîrîl jî hîna nehatiye dîtin. Bi vê mînaka windakirinê ya hat jiyîn peyama ‘venegerin’ didin gelê Suryanî.