Dayê, ma kî ne ji dergûşa min ditirsin?
- 10:25 4 Îlon 2021
- Ji Pênûsa Jinan
“Dayîka min çima wisa bi girî qîr dikir, çi bi serê me hatibû? Wê kî dergûşa min bibe, ew kîne dergûşa zarokan dide? Ji dergûşa min ditirsin, ma çawa mirov ji dergûşa zarokan ditirse?”
Gulan Avrêl
Min di nava hizrandinên xwe de konê xwe vedaye. Bi wan hizrandinan çîqên derdorê konên xwe dihonim hêdî hêdî lê bi sexlem û bi qewîm. Dergûşa min di wê konê de cihê xwe yê herê xweş girtiye. Dayika min bi lorîkên herê xweş di lorîne li ser dergûşa min, da ku birazim. Dengekê di dil û guhê min de deng vedide. Çend xweşe ew deng û ew dergûş, bi dengê dayika xwe radizem û bi dengê dayika xwe şiyar dibim ji bo siberojek nû.
Belê yek ji wan siberojek nû de, cardin weke her tim bi dengê dayika xwe ya bi hêvî, eşq û heskirin min çavên xwe vekirin. Ji bo min siberojek nû bû, di her siberojek nû de ez hêdî bi hêdî mezin dibim, mezinbûyîn çiqasî xweşe nizanim lê, bi dengê dayîka xwe û bi rûkeniya dayîka xwe çavên xwe ji rojekê nû re vekirin gelek xweşe.
Ma ne dibêjin za-rok, ango zayîna rojê, wê demê ez û roj, ango sibe rojek nû em bi hevre pêşerojên nû di welîdinîn. Di dergûşa xwe de gelek bi aram û bi ewleme. Weke çawa ku di rehma dayîka xwe de gelek bi ewlebûm û dayîka min, min ji her tiştî diparast, dergûşa min jî heman tiştbû.
Dayîka min, min ji dergûşê derxist, çima derxistibû, çima min bir mezeladin nizanim…
Lê, dayîka min bû ew tiştek dizane. Dayîka min, min danî ser mînderê da ku biçe dergûşa min jî bîne. Dayîka min çû, hey hawar ev çi denge, gelo asîman çiriya û ser xaniyê me te hat, ev çi bû, dilê min yê biçûk wê bi sekine, dayê guhê min…
Dayîka min jî qîr dike, xwişkên min jî digrîn, ev çi bû ser serê me de hat, dayîka min çima dergûşa min nayne, ew jî ne hat.
Di vê siberojê de, dengê dayîkan tê guhê min, gelo di lorînin, çima ma hemû dayîk dergûşa zarokên xwe anîne gel mala me… Dengê dayîka min tê, çima digrî, destek min rakir da ber hembêza xwe, ev ne destê dayîka mine, behna dayîka min jê nayê.
Derketim ji derve dengê dayîka tê guhê min, çima lorîkê van dayîkan tijî bi girîne, dayîka min gava ji min re di lorand rondikan ne dibarand, bi kenê xwe hêviyê belav dikir. Ez dayîka xwe digerim û dergûşa xwe.
Erê min dayîka xwe dît, dayîka min, min digire hembêza xwe de û rondika di barîne, çima ma çi bû, dengê mirovan çima ewqasî bilinde, hemû bi hev re qîr dikin. Dayê ka dergûşa min ez dergûşa xwe dixwazim, çima ewqasî mirov tên mala me û diçin ber dergûşa min û qîr dikin? Ma di dergûşa min de çi hebû?
Dayîka min her digirî û berê xwe dide dergûşa min û qîr dike. Min dergûşa xwe dît, lê şûna serê min cam hebûn, camên pencerê hatiye xwarê, di hûndir de dayîk qîr dikin û dibêjin, “şikir başe tiştek li zaroka te nebûye” ma çima vê yekê dibêjin, wê kî çi ji me bike. Dayîka min jî qîr dike û dibêje; “ma ji vê mezintir çi heye, tu biçî landika zarokan bidî. Xudê dergûşa wan vale bihêle.” Dayîka min çima wisa bi girî qîr dikir, çi ser serê me de hatibû? Wê kî dergûşa min bibe, ew kîne dergûşa zarokan dide? Ji dergûşa min ditirsin, ma çawa mirov ji dergûşa zarokan ditirse?
Di vê siberojê de çima ewqasî pirsan dikim, ma ev siberoj roja pirsan bû? Kes bersivên pirsên min jî nade? Lê, ji min ditirsin, ji ber ku ez ê siberojên nû bi welidînim. Ji ber ez bi xwe siberoja nû me. Erê erê, hûn dizanin ji min ditirsin, ji bo wê camên şikestî ketine di nav dergûşa min de. Ez qet nagrim, ji ber di lorîkên dayîka min de girî nînbû, kêfxweşî, hêvî û aramî hebû.
Dixwazim ji dayîka xwe re bibêjim; “dayê negirî, qîr neke?” Berê xwe bide min ez qet nagirim, ji ber ji min ditirsin, ji zayîna siberojên nû ditirsin. Ez dizanim dayê mirovên ku ji zayîna siberojên nû ditirsin ew mirîne. Yên ku ji dergûşa zarokan ditirsin ew tûnebûne, dayê ji tere dibêjim, ji bo wan siberojên nû ne maye, siberoj ji bo wan qet na welidîne, ji ber vê yekê ye ku ji siberojên me ditirsin.
Dayê tu qet negirî wê ew nikaribin dergûşa min û lorikên te ji destê min bigrin. Tu dizanî dayê em bi xwe siberojên nû ne, yên ku siberojên nû di nava rehma siberojên nû de di welidînin…