Gelo mirovek çend caran dimre...

  • 09:06 14 Nîsan 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Birêz Aysel dema vegeriya girtîgehê û tiştên jiya dubare dubare fikirî û digot 'Gelo mirovek çend caran dimre?'.  Birêz Aysel di mirina dayika xwe de xwe sûcdar dikir û digot 'Min ew tenê hişt, ez ligel wê nebûm, min gotina wê ya dawî nebihist'..."' 
 
*Leyla Guven
 
Gelo mirovek çend caran dimre? Li welatê ku hîmê wê li ser înkar û yekparêziyê ava bûye; bi nasnameyên kurd, dêrsîmî, elewî, jin, muxalîf, femînîst û siyasetmedar wê jiyan pêkan be? Belê birêz Ayselê xwest vê biser bixîne, ji bo vê gelek hewl da. Bû şahidê êşa dayikekê, serhildana wê, hewar û gazina dayikekê. Birayê wê Aytekîn di îşkencê de hat qetilkirin. Ji êşa dayika xwe fêm kiribû ku tu tişt ne wek berê ye. Ji bo êşa dayika xwe kêm bike êdî zêdetir nêzî wê bû. Her tim digot ‘Dayê binêre ez heme ez ligel te me’. Kî dizane belkî jî pîşeya parêzeriyê ji bo dilê dayikên din neşewite tercîh kiribû. Dixwest ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin û mirinên din çênebin, her kes azad bijî. Ji ber vê di buroya Hiqûqê ya Asrin de xebat dimeşand. Bi birêz Ocalan re hevdîtin dikir, di siyasetê de aktîf, bi awayekî mutevazî û samîmî bi feraseteke bi rêgez têkoşîn meşand.
 
Birêz Ayselê tiştên di dîrokê de li gelê me dihat jiyîn bêguman dizanibû. Serhildana Dêrsîmê, Agirî, Zîlan, Mereş, Çorum, girtîgeha Amed û gelek komkujiyên din guhdar kiribû. Lê tevî hemû komkujiyan dixwest bi rêbazên demokratîk pirsgirêk bên çareserkirin. Digot ‘Qe nebe em di sedsala 21’ê dene, divê em êşan kêm bikin’. Di siyaseta demokratîk de israr dikin, her tim hêviya wê hebû. Her tim digot ‘gelo me di ku de kêmasî kir’ û xwe sûcdar kir. Hemû pêvajoyên pevçûnî yên cîhanê lêkolîn kiribû. Dizanibû ku hemû şer û pevçûn di encamê de bi çareserî û muzakerê encam bûne. Ji ber vê hêviya wê her tim zindî bû. Biryar û israra xwe her tim nîşan dida.
 
Ên ev israra çareseriyê dîtin ji bo derfeta çareseriyê ji holê rake dîsa ketin hewldanan. Di desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê de dîrokê xwe dubare kiribû. Versiyona hevdem a komkujiyên sed sal dîroka komarê di 20 salên dawî de bi alav û teknolojiya nû ve ji nûve hat jiyankirin. Armanca wan ev bû ku hêviya ji bo aştî û çareseriyê bê tunekirinê. Ji ber vê kurd li Geverê li erdê dirêj kirin û gotin "Hûnê hêza Tirk bibînin".
 
Kurdan jibîr nekir
 
Di 1938’an de li Dêrsîmê mirov di şikeftan de bi zindî hatin şewitandin, di 2016’an de bi bodrumên Cizîrê de kurd bi heman awayî hatin qetilkirin. Di 1943’yan de li Wanê 33 kurd hatin gulebarakirin, di 2011’an de li Roboskê 34 kurd bi bombeyan hatin parçekirin. Li Mereş, Çorum, Sêwasê tiştên hatin jiyîn; li Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê hatin zindîkirin. Îşkenceyên li girtîgeha Amedê hatin jiyîn, îro li Îmrali û hemû girtîgehên din didome. Darbeya di 2’yê Adara 1994’an de li hember parlamenterên DEP’ê hat kirin di 4’ê Mijdara 2016’an de li parlamenterên HDP’ê hat kirin. Yanî desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê tiştên paşerojê de hatibûn jiyîn li ser nifşê ciwan pêk anî.
 
Yekane fikara wê dayika wê bû
 
Di darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya li hember HDP’ê de birêz Aysel hat girtin. Bêguman yên siyaseta kurd dikin ji girtîgehan zêde ne biyanîne. Girtîgeh cihê duyem yê siyasetmedarên kurde. Lê yekane fikara Ayselê dayika wê bû. Soz dabû wê, gotibû ez te tenê nahêlim. Tenduristiya dayika wê nebaş bû. Dayika wê nikaribû bê hevdîtinê. Ji ber mahkumê kursiya bi teker bû. Birêz Aysel li dijî vê hewl dida hinek berxwe bide lê agahiya mirina dayika xwe girt. Dîsa xwe sûcdar kir. Got "Min ew tenê hişt, ez ligel wê nebûm, min gotina wê ya dawî nebihist". Bi piştgiriya hevalên xwe hat ser xwe û ji bo cenazê çû goristanê.
Gelek westandî bû. Her tim digot dayika min û rondik dibarand. Dema kar û barê definkirî, faşîstan dora goristanê girt. Ji bo ew vê rewşê nebîne me hema ew li wesayîtê kir. Ji ber leşker ligel wê rûniştibûn me nikaribû em destê wê bigirin. Di vê navberê de faşîst nêzî me bibûn û heta ku dengê wan bilind dibû, diqiriyan û heqeretên giran dikirin. Tevî hemû hewldanên me, ji lînçkirina me re zemîn amade kirin.
 
‘Gelo wê mirovek çend caran bigire’
 
Tevî hemû hewldanên me gotinên "Em cenazeya terorîst naxwazin. Hûn biçin em ê wê derxin bavêjin kuçikan" çû gûhê Ayselê. Dema deng çûyê derket derve û heta ku deng jê derket qîriya; "Derxin dayika min ez nikarim wê li vir bihêlim" û wê demê tu hêviya jiyanek wekhevî, çareserî û aştiyê bi rûyê Birêz Ayselê de nema bû. Wekê ku êdî tiştekî dilê wê de bê başkirin nemabû. Dayika Hatun ji gorê hat derxistin, dîsa kirin ambulansê. Cenaze birin Dêrsîmê. Em jî bi Birêz Aysel re çûn malê. Dema em çûn malê Ayselê destê xwe da ser hemû alavên dayika xwe û got dayê ez xwedî li cenaza te derneketim, ev êşek çawaye. Bi saetan giriya. Birêz Aysel vegeriya  girtîgehê û tiştên jiya dubare dubare fikirî û digot "Gelo wê mirov çend caran mirin".
 
Piştî van hemû tiştên hat jiyîn şûnde li Birêz Ayselê teşîsa demans hat dayîn. Aliyên bi hestiyar û jinan ji bo Aysela me canê me, ji bo ku înfaza wê bê taloqkirin û li derve bê dermankirin kampanya dane destpêkirin. Ez hemû kesên ku piştgiriyê didin kampanyayê silav dikim. Ev hewldan pir bi nirxe. Li aliyê din jî ez dizanim zindanên bi bîranên Sakîne, Kemal, Hayrî, Mazlum û Semayan tijeye; an jî  erdnîgariya me ya ku her derê wê bi êşe? 
 
Ji bo Ayselê di cih de ye? Lê bawerim êdî tu wateya cihekî ji bo wê nemaye. Ger ku wek berê sohbet bikara wê bigota "Hûn ji van kesên ku bi dayika min bi min kişandin çi merhemetê dipên? Ez tiştekî ji wan naxwazim". Bila şaş neyê fêmkirin, em kampanya gelek weatedare. Tenê dibêjim ku; Xwezî me dema wê de mudaxaleyê hinek tiştan bikira! Wê barê Ayselê wisa giran nebûya. Tevî her tiştî em bi rêgeza "hêvî ji serkeftinê bi nirxtire" tevdigerin, li her qadê têkoşîna xwe dimeşînin.
 
Hevala min ya xweşik Aysel…
 
Xwezî her kes biqasî Birêz Ayselê xwedî ked û hewldan bûna. Hevseroka giştî ya ewil a partiya me û tevgera jinê, yek ji parlamenterên jin ya yekem yên serbixwe yên ketin meclîsê, yekem parêzera jin ya Baroya Hiqûqê ya Asrin, hevala min ya xweşik ya di temenê xwe yê ciwan de gelek serkeftin bicih kiriye Aysel… Ez xwedî hêvî me ku derkeve derve û derman bibe wê dîsa ji bo gelê me gelek tiştî bike. Em ji dil û can hêvî dikin ku demek nêz de bihêje tenduristiya xwe..”
 
*Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê