Di Wêjeya Kurdî de Jinxasî û Mêrxasî!

  • 09:01 26 Nîsan 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Jinan, li dijî mêntalîte û desthiladariya mêrsalariyê û li dijî dagirkeriyê, di çeperên herî giran û şêrên herî çetûn û dijwar de li ber xwe dane. Ji serdemê xweza û xwezawendî anku ji serdemên afirîneriya felsefeya mêhrî-mîtrayiyê re ta Sumerî û serdemên Înnana, Lîlît, Demmûz û ta serdemên felsefeyên Greekî, Hypatîa, Dayê Xatûn, Mestûre Kurdistanî, Zarîfe, Besê, Sara, Leyla Qasim, Rindêxana û hezaran mînakên din ên jinxasan ku li dijî îxanet û zordariyê dane hene. 
 
Xecê Şen
 
Her weku gelek lêkoleran jî di lêkolîn û pirtûkên xwe de daşan kirine ku xak û maka Zagros, Toros û Mesopotamiya mezin anku welatê rojê wargeha yekemîn a şoreşa ji qonaxa Holosînê ber bi şoreşa çandiniyê ye. Gundên “Bêstansûr û Zeviya Çemê” ê li başûrê welêt, “Girên Mirazan, Girê reş û Girê Keviran” li bakur û zêda Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê belgeyên arkeolojî û zanistî yên vê rastiyê ne ku pajeke mezin ji fikir, ked, xwîn û xwêdana jinxasan bûye li vî welatî ku bi fikir, felsefe û baweriyên Mêhrî-Mîtrayî  berxwedêriya vê şoreş û îcatkariyê kirine. Ew bi fikir rêbaza mêhr û ronahiyê, bi ked û xebatê şoreş û di ruhm û hemêza xwe de zar anîne dunyayê, mezin kirine û kirine xizmeta dergûşa mirovahiyê. 
 
Jin zar û zêç bexşîne jiyanê û bi milyonan jinan jî canê xwe feda kirine bo xatirê hebûn û xwebûna civaka mirovahiyê, her weha bi dest, hest û fikirên xwe yên Bexşînê, dergûşa mirovahiyê rajendine û lorîk lorandine, hêsir û firmêskên xwe bi qasî derya dabarandine di her rewşên renc û genc, xweşî û nexweşî, tirs û aramî, xem û şadiyê de. Ew herikîne li ser deşt, zozan, newal, nependî û mesîlan, li nava çem, kanî, rûbar û deryayan de. Ew bi ked, fedekarî û milên xwe dar û ber, gul û gîya çandine û xwedî kirine. Ew dermansaz, malsaz û paksaziya civak û malê bûne. Ew hûner afirîner, wêje afirîner û ahang afirîner bûne. Ew sedema aştî, aramî û tenhaiyê bûne. Ew her weha şervan, parêzvan û dilovana civakê bûne. Ew di heman demê de astenga şer, îxanet û nakokiyan bûne û weku jinxas bi paç û porên xwe qûrbanî dane ji aştî, aramî û tifaqa civakê re, bi sedayê “TILÎLΔyê  coş dane hêz û morala civakê. Ew ji gizing û berebeyana dîrokê ta niha sedema mêhr û ronahî, aştî û aramî, ked û xebat, rûmet û îzzeta mirovahiyê ne. 
 
Jinan, li dijî mêntalîte û desthiladariya mêrsalariyê û li dijî dagirkeriyê, di çeperên herî giran û şêrên herî çetûn û dijwar de li ber xwe dane. Ji serdemê xweza û xwezawendî anku ji serdemên afirîneriya felsefeya mêhrî-mîtrayiyê re ta Sumerî û serdemên Înnana, Lîlît, Demmûz û ta serdemên felsefeyên Greekî, Hypatîa, Dayê Xatûn, Mestûre Kurdistanî, Zarîfe, Besê, Sara, Leyla Qasim, Rindêxana û hezaran mînakên din ên jinxasan ku li dijî îxanet û zordariyê dane hene. Ew hêma û sembolên jiyana vê xak û maka pîroz, rojwerî û mêhrweriyê ne. Pirtûka Mamoste û nivîskarê me yê hêja Kamran Simo Hedilî ya bi navê Qîrîneke Bêdeng “RINDÊXAN”ê jî pênaseya dîroka jinxasî û jinsalariyê ye.
 
Pirtûka nivîskarê hêja ya ku li ser dîroka berxwedanê ya neviyê mala Eliyê Unis nivîsiye, di bingehê de rastiya gelê çiyastanî ya kurd û Kurdistanê pênase dike. Weku pêlên xûrr ên Dîcle û Firatê li nava ser û çavên me dixe, ne birînekê hezar birînên ji bîrçûyî di canê me de derdixe bêyî ku birînên me bikewîne xwe dide der. Ji dengê qulingan ta dengê çireçira kulekan, çikçika çûkan, dengê şehlûl û bulbulan, ji dengê avê ta dengê bayê, çilû dar û berên ji bîra me çûyî tîne bîra me. Pênaseya “Qewmê Çiyan “pênaseyek e çi ji bîr çûyî bû, lê bi saya vê pirtûkê em vegerandin ser koka xwe. Pirtûk bi zimanekî wêjeyî û zimanekî ku ji gelek hêlan ve devok, peyv û taybetmendiya herêma xwe di hevokên zêrîn de xemilandiye û xweşhûnan e. Gencîneya pênûsa nivîskarê hêja mamosta Kamûran Simo Hedilî sax be û em berdewamiya xebatên wî dixwazin.
 
Her weha jinxasiya Rindîxan û Rindêxanê, her çend pirtûk li ser dîroka gelekî hatibe nivîsandin û rastiya qewmê çiyan anîbe zimên, lê di bingeha xwe de nivîskar xwastiye hewl bide di şêrê romiyan de cih girtina jinxasan şênber bike û ta astekê jî daye xuyakirin. Lê divê were gotin ku di pirtûkê de hinek peyvên zayendperest jî hene ku gerek bi tu awayî van peyvan neyên bêjekirin. Erê di nîyeta nivîskar de tiştekî weha tunebe jî, lê bêjekirina van têgînan bê meram be jî dîsan weku nêrîneke zayendperestiyê diyar dikeve. Bo mînak: Peyvên di rûpelên 18-62-105an de hatine bêjekirin weku: “Bavikên gund li hev civiyan. Serokeşîr li hev civiyan. Di vî şerî de gelek mêrxas hatin kuştin. Berxê nêr ji bo kêrê ye, destdirêjiya jinan û fikir û gumanên destdirêjiyê weku namûs, erdê bav û kalan û yd..”. Evne çend mînak bûn ji peyvên ku di pirtûkê de hatine bêjekirin. 
 
Bêguman van têgîn û bêjeyên hanê, ne tenê nivîskarê hêja Kamran Simo Hedilî, bi giştî weku çanda zimênî têne bêjekirin û bikaranîn. Efsûs û mixabin van têgînên hanê di bin navên “Gotinên Pêşiyan, Wêjeyê, Mûzîk û siyaset”ê de hatine û tên bêjekirin jî. Ev şaşiyeke mezin e. Di xaka me û Kurdistana pîroz de 29 serhildan pêk hatine, bi hezaran jinxasan di nav van serhildanan de cih girtine û di asta herî jor de şer kirine û şehîd bûne. Weku diyar e jî di romanan, stranan, şano, sînemayan û yd.. de berçav in, qehremanî, lehengî, şervanî û şehîdanî bi giştî mêr in, lê yên hatine tecawizkirin, kuştin, xwekuştin, bedenên wan hatine parçekirin jî jin in. Bêguman çi roman û wêjeyê bi giştî be, çi mûzîk û hunerê bi giştî be, bê rola jinê nebûye û rola wan jî kêz zêde heye û hatiye nivîsandin, bêje kirin û berçav dîtin. Lê dîsan ta îro jî çenda nivîsîn û gotinê bi mentalîteya mêrsalariyê dimeşe û jin weku paşdûya mêrê tê dîtin. Jin weku jinxas û wekheviyê nehatiye dîtin û fêmkirin. 
 
Gor baweriya min wê şaşiya “newekheviyê” nîşana poşmayina civakê diyar dike û giring e em bizanibin ku ligel serdestiya qebîle û neteweyên derdorên me bi ser ax, asiman, mirov, çand û zimanê me, vê mentalîteya mêrsalariyê jî wiha di çand û zimanê me de dakût û dacih bûye, anku ev jî dagirkariyeke din e lê bi rengekî din. Girîng û pêwîst e me baştir û kûrtir ji mijêr binêrin û xwe rizgar kirin ji vê mentalîteyê bikin erk û li pêşîneya kar û xebatên xwe. Gerek em ji bîr nekin ku wêje û  mûzîka me rûyê herî şênber a civaka me ye, di warê guhertin, veguhertin û entelektualiya civakê de. Pêwîst e em serdema felsefeya mîhrî-mîtrayî ya ku xwe li ser bingeha heqîqeta bîr û baweriya roj-ronahiyê, ziman, wêje, çand û hunera komînalî ya jiyana azad hatiye avasazkirin û weku serdema jinsalariyê ya kurdan baştir binasin û bizanin.
 
Sedsala 21ê weku sedsala şoreşa jinê di lîteratora hemû cîhanê de hatiye pejirandin. Têkoşîna şoreşa jinên kurd û paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê anku li ser bingeha hemjiyana azad hatiye avasakirin rûyê sedsala 21emîn a herî şênber e ku îro bi her awayî belavê cîhanê jî bûye. Ji ber vê yekê divê em jî weku nivîskar, rewşenbîr û ronakbîrên kurd, ziman, wêje, çand û hunera xwe jî li ser bingeha pîvana hemjiyana azad a rewiştî-polîtîk a demokratîk saz bikin. 
 
Bi hêviyên berdewamiya ked û karên weha hêja, pîroz wekhevî û gelheviyeke hêjatir di lîtaratora ziman û wêjeya kurdî de were sazkirin.